Rêveberê ofîsa hemahengî û qeyranan li Duhokê ragihand ku, rêxistinên navdewletî alîkariyên xwe kêm kirine û biryar e heta dawiya salê alîkariyên mirovî ji bo penaberan rawestînin.
Rêveberê Ofîsa Hevahengî û Qeyranan li Duhokê Pîr Dayan Cafer ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide pirsgirêkên koçberan çareser bike.
“Pirsgirêka herî mezin a penaberan pirsgirêka avê ye li kampan, mûçeyên mehane ji wan hatiye standin û beşek biçûk ji wan re tê dayîn, Kurdistan û hikûmeta Iraqê jî bêdeng e û tiştekî ji wan re nake.”
Herwaha got: ‘’Penaber amade ne vegerin ji ber ku nîv milyon penaberên me li Duhokê hene û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî neçar nake ku vegerin, ji ber ku piraniya wan xelkê Şingalê ne.