PolîtîkRojev

PDKê pêşwaziya Patrîkê Dêra Keldanî li Iraq û cîhanê Louis Sako kir

Di hevdîtinê de Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasî PDKê bi germî xêrhatina wan kir û kurtejiyana rewşa Iraq û Kurdistanê pêşkêşî wan kir û balkişand li ser tekoşîna Partiya Demokrata Kurdistanê û tekezî li ser wê yekê kir ku bihevre jiyana di nava Herêma Kurdistanê de çikas girîng e. Mîranî got:Kurdistan kaniya geşbûna me hemûyan e û Partiya Demokrata Kurdistanê bi têkoşîn û destkeftên xwe şanaz e.

Mîranî her wiha tekez kir ku ji destpêka damezrandina PDK’ê heta niha dirûşmên xwe kirine rastî û bi cih anîne û lêkolîna di dîrokê de ji bo dîtina serkeftin û destkeftan gelekî girîng e, lê lêkolîna di kêmasiyan de ne kêm e.

Ji aliyê xwe ve Patrîkê Dêra Keldanî li Iraq û cîhanê kardînal Louis Sako ji ber pêşwazîkirina germ spasiya Mekteba Siyasî ya PDK’ê kir û 76’emîn salvegera damezrandina PDK’ê li rêveberî, kadro û alîgirên PDK’ê pîroz kir. Daxwaza pêşketina Kurdistanê kir.

Back to top button