PolîtîkRojev

HSDê kuştina 4 şervanên xwe ragihand

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de daxûyakirin ku, duh droneke artêşa Tirkiyê xaleke Hêzên Erkê Xweparastinê ya li Amûdê bombebaran kir û di encamê de 4 şervan hatin kuştin û hejmarek sivîl jî birîndar bûn.

HSD daxûyaniya xwe de dibêje:Artêşa Tirkiyê bombebaran û êrîşên xwe li ser cihên niştecihbûna sivîlan li bajarê Kobanî û gundewarê wê zêde kirine ku di encamê de zarokek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn ku jin jî di nav de hene.

Back to top button