Nivîsar

Yekbûn

Gelek tiştên cuda dibe bibin sedem ku hejmarek mirov li dewra yektir kom bike bo vê ku bihevre kar bikin û dem, saman û jiyana xwe bo terxan bikin, bi vê wateyê ku dibe peywendiya xizmatiya wan dewreke girîn hebe an, dibe nasnameyeke herêmî an mezintir li herêmekê, beşek li welat an heta nasnameya giştgîrtir a tev civakê vê hinceta bihevre bûnê dabîn bike. Dibe berjewendiyên cuda yên mirovan di xalek û kulegek taybetî de yek bigirin û ev hejmar ji wan kesan bihevre hewl bidin bona gihîştin bo vê tişta ku qezenca tev ji wan tê de he ye, dibe bawerî û hizra hevpara bihevrebûnê girê bide û dest di nav destê yektir de danên da ku ev baweriya hevpar li ser bixînin.

Her yek ji wan henicetên cuda bo dewra yektir bûnê, dibe li dîmeneke giştî de wekhev bên berçav, û tev ji wan weke sedema girêdanên mirovan bi pênaseyeke mezintir ji tak bide nasîn ku jê ra dibêjin girûp an sazî, lê bi xaritcemî ve her yek ji wan sedeman, diyardeyeke cuda û encamek cuda li pey xwe hedibe.

Ya ku girîng e, Partiya Demokrat di nav wan hinceta de an bi zimanek din bêjin teşvîq û motîv(bizvîn) çend aliyên cuda û handerên cuda bûye sedema pêk hatin û berdewamiya têkoşîna vegeşiyayî û sedemên vê pêkve girêdana takan ku jê ra dibêjin endam, zêde jî kirine û her bi vê sedemê ye ku weke diyardeyeke siyasî bûye hebûneke zindî ku ev heyama çendîn dehkan e berdewame û bi awayek berdewam jî vedigeşe.

Sedemên kombûnên mirovan an saziyeke weke Partiya Demokrat ku çend rojên din 77 sal li ser jidayîkbûna vê de derbas bibe, cuda ne û dibe sedemên cuda jî, li hinek demên tengav de bibin sedema perçe bûnê, lê ya girîng ev yeke ku partiyek zindî û vegeşînkirî weke Partiya Demokrat ji wan ezimûnên tal, mifahê werbigire û sedem û hincetên cuda yên mirovên xebatkar bike destkevt bona bihêzkirina partiyê û pir rengbûna saziya ku hezkirin û xwînşêrîniyê, cem xelkê bi wan rengên cuda zêd bike û partiyek rengîn pir ji bedevî nîşana xelkê bide, da ku hejmarek zêdetir li dewra wê kom bibin.

Careke din Partiya Demokrat yekgirtin di nav refên vê de pêk tê gorê, ev yekgirtina dibe bibe bihevre bûnek ku bi tev endamên vê çi niha û çi di paşerojê de bêje ku sedemên bihevrebûna me evqas zêde ne ku, ti hincetek nikare lojîka jihev qutbûna me hincetê bo bîne. Em di nav partiyekê de bi şikl û reng û hezên cuda de dikarin dewrek wisa drust bikin ku sedemnên cuda nek gefên ji hevqutbûna me nekin belkû bibin hêza zêdetir û handerên zêdetir bona rakêşana xelkek din jî bo aliyê rêzên bihevre girêdana me.

Yekbûna me ne bi wateya jinavbirina rengan û kipkirina dengan e, belkû bo bihêztirkirina xebata me û qahîmkirina girêyên hizra hevpar û xelayên yek alî yên me ye. Careke din dîrok ji me re dibêje ku ti yek jihev veqetiyanek û înşe`abek di nav Partiya Demokrat de serkevtî nabe û Partiya Demokrat yeke û Kurdistan jî yek Demokratê dixwaze.

Kerîm Perwîzî

Back to top button