PolîtîkRojev

Di doza Kobanê de nasnamya “Şahidê Nehînî” hat eşkerekirin

Li Tirkiye gelek dozên di dadgehan de têne dîtin de ”Şahidên Nehînî” hene . Dadgeh nasnama Şahidê Nehînî eşkere nake ew kiye ? Çiye? kesek nizane. Mimkine hinek caran kesek jî tunebe  lê her li ser îfade û agahdarîyên Şahidê Nehînî dide, dikara ceza bide û bi salan xelkekî bike girtigehan de.

Di çerçoveya doza Kobanê de, cara yekem e dadgeh nasnama  kesekî ku heta wek niha wek ”Şahidê Nehînî” dihat bi navkirin eşkere kir.

Merdan Ruştî Ovalioglu

”Şahidê Nehînî” di dadgehê de bi kodekî hatibû navkirin û koda wî jî ABC123 ê bû. Lê dawîyê de dadgehê biryar da ku nasnameya Şahidê Nehînî eşkere bike.

Navê wî yê ji dil Merdan Ruştî Ovalioglu ye û ew bi salan di nava PKKê de maye û her wek kesek girîng di nava PKKê de kar û xebat kiriye. Merdan di nava hêzên taybet ên PKKê de cih digirt. Nasnameya Merdan li ser daxwaziya wî  hatiye eşkerekirin.

Back to top button