CîhanRojev

Li Ukranya dicivin

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres, Serokomarê Tirkiyê Tayîp Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li bajarê Lviv ê Ukraynayê civîneke sêalî li dartêxin.

Peyvdarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Stephane Dujarric di konferanseke rojnamevanî li New Yorkê da zanîn, Guterres li ser vexwendina Serokê Ukraynayê Zelensky dê serdana bajarê Lviv bike û dê li wir civîneke sêalî bi Zelensky û Erdogan re bike. Guterres dê bi Zelensky re li ser rewşa navenda nukleerî ya Zaporizhia û dîtina çareseriyeke siyasî ji bo şerê bi Rûsyayê re, gotûbêjan bike.

Di civîna sêalî de dê bêhtir li ser babeta rêkirina dexlê Ukranya ji bo welatên din were gotûbêjkirin.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, piştî Ukranya serdana Yunanistan û piştre jî dê serdana Tirkiye bike.

Back to top button