Rewşenbîrî wêrekî ye. Lê ew li BK tune nehiştine!!!

De fermo xerabiyên wan yek bi yek bêjin û binivîsînin. Hûn nikarin ji ber ku heger hûn vê bikin, berjewendiyên we yên sexsî têk dihare.

Bûbê Eser
Rewşenbîrên bakurê kurdistanê bûne weke pisîka li benda mişk bin. Dema pisîk bêhna mişkekî digire xwe bi dizî dide ber qula mişk. Hema çawa mişk serê xwe derdixe, pisîk bi wan qeremişkên xwe digire û dixwe.
Li hin rewşenbîrên me yên bakurê Kurdistanê jî weha hatine. Xwe dane û didin benda hema tiştekî ne li gor dilê wan ji başûrê Kurdistan derket. Hemî bi hevre êrîş dikin, bê ya star. Yanî ji destê wan bê, berî dagirkeran ewên başûr tune bikin.
Psikîlojiya bindestiyê û girtina çanda serdestiyê ev e ku tu tim li dij xwe û miletê xwe be. Niha li bakurê Kurdistanê piraniya rewşenbîrên me di vê psîkolojîyê dijîn. 50 salin her wenda kirine. Tiştek bi ser tiştekî nexistine, ji bona ew hebûna li başûrê kurdistanê heye têk here bê ku bifikirin li ser kar in.
Heger ji kesên weha bê pirsîn: Ka te û we heta roja îro li bakurê kurdistanê çi bi dest xistine? Bersîv ji bilî rexnekirina başûrê kurdistanê, wêrankirina bakur û rojavayê Kurdistanê pêve tu tiştek tune ye.
Heger hûn rewşenbîrên bê rewş, wêrek bin, dilsozê gelê xwe bin. Tiştên ku pkk anîye serê we, me û gelê me, çima bi wêrekî nanivîsînin. Ji ber ku ew bivikê ye ango agire. Hûn dizanin ku wê destên we yên dirêjî wî agirî bibe bişewite.
Rewşenbîrî wêrekî ye. Mafê her rewşebîrî heye ku başûr jî di navde li dij hemî şaşiyan binivîsînin û bêjin. Lê weha xuya ye ku miraz û daxwaza hin kesên ku têne organizekirin ew e ku tenha başûr rexne bikin, heger ew jî rexne bin. Ji rewşebîran re wêrekî lazim e.
Lê heger hûn mêr û mêrxwas in, heger hûn wêrek û dilsozê gelê xwe ne, de fermo li dij kiryar û bûyerên pkk, bê deng nebin. De fermo xerabiyên wan yek bi yek bêjin û binivîsînin. Hûn nikarin ji ber ku heger hûn vê bikin, berjewendiyên we yên sexsî têk dihare. Hûn vê nakin ev jî heqê we ye, lê balo li hember başûrê Kurdistanê bêdeng bin.
Helbet rexnekirin mafê herkesan e. Lê yên we ji rexna wêdetir sikêfin, gotinên ne li rê ne. Ji bona mirov kesekî, rêxistineke, rêvebirên welatekî rexne bike, divê mirov ji wan pêştir be. We li bakurê kurdistanê kumê bêdengiyê kişandine serê xwe, ha ha li başûr Kurdistanê renxneyên ne rexne dikin.
Divê êdî hûn vê baş bizanibin û fêr bibin ku başûr êdî dewleteke, ne weke we komik û partiyên sexsî ne. Ew êdî ne weke komikan, weke dewleteke kurdî tevdigere. Heger hûn mêr û mêrxasin, berê xwe ji dagirkeran û pkk azad bikin, dûre başûr jî rexne bikin.
Hin ji rewşenbîrên bakurê kurdistanê xwe ji adet û adeletê dûr xistine. Li gor berjewendiya xwe tevdigerin. Ev jî heqê wan e. Lê ev wî heqî nade wan ku sibê heta êvarî karê wan bûye herî avêtina başûr. Ji xwe yên dijminatiya wir dikin, diyar in.
Lê şaş û metal dimînim ku hinên qaşo Barzanî ne, li ser rêbaza Barzanî dimeşîn ango xwe weha rê didin, ketin vê govendê ku ew jî weke yên dijminatiya başûr dikin. Rexnên wan ji yên dijminatiya Barzaniyan dikin, xerabtir û ne li cih e. Rewşenbîr divê ne weke li binderê bin ku her ku bayek rabû berbi wî bikevin. Divê rewşenbîr giran û li gor rastiyê tevbigerin.
Divê herkes carekê li xwe vegerin û bêjin: Ka min heta niha ji bona azadiya gelê xwe çi kir, ku ez tenê başûr rexne dikim. Di van salên xwe yên ku hûn li ewropane bidin ber çavan û bêje ka min di van salana de ji bona welatê xwe çi kir û çi berhem da.
Divê mirov haydarî rexneyên xwe be. Baş û xerabiyên wan ji bona berjewendiya gelê xwe bifikire. Heger bi rastî tu rexnegir e. Berê, yên welatê te wêran, gelê te koçber kirine rexne bike da ku mirov bizanibe rexneyên te li cih e.