Blinken: Em hewl didin ku ji vê krîzê derbas bibin
Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken piştî hevdîtina bi Hakan Fîdan re ya li Enqereyê daxuyanî da. Blinken got: “Kar berdewam dike. Em fikarên li vir dizanin. Li Xezeyê em berdêla xedar dibînin. Em lêçûna sivîlên bêguneh dibînin. Em bi Îsraîliyan re di nava têkiliyê de ne. Me behsa gavên ku dikarin wendahiyên sivîlan kêm bikin kir. Hûn ê di rojên pêş de bibînin ku dê gavên girîng bên avêtin da ku hejmareke mezin a alîkariyê bigihêje Xezzeyê.”
Blinken got, “Di heman demê de serkeftinek e ku pevçûn li herêmê belav nebûye. Ji bo şert û mercên adil û aştiyane biafirînin, me bi welatên herêmê re hevdîtinên girîng pêk anîn. Em hewl didin ku rêyeke baştir bibînin. Welat li me dinêrin, em di nava hevkariyê de ne.”
Blinken got, “Em her roj li ser hûrguliyan dixebitin. Em ji bo alîkariyên mirovî gelek hewl didin. Xaleke din a krîtîk jî mijara rehîneyan e. Em bi tundî li ser vê yekê disekinin. Em dikarin di warê navbeynkariya însanî de jî feydeyan bidin. Ne tenê ji bo Xezeyê, ji bo Şerîeya Rojava jî.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin girtin; Fîdan di civîna îro de ji hevtayê xwe yê Amerîkî Blinken re tekez kir ku divê rê li ber Îsraîl bê girtin ku sivîlan neke armanc û xelkê li Xezeyê koçber neke û bilez agirbestek bi temamî were ragihandin.
Di hevdîtinê de ku herdu aliyan di derbarê Xezeyê de nêrînên xwe ji hevra gotin, her du aliyan tekez kirin ku ew li ser wê yekê hevfikir in ku sivîl zirarê nebînin û alîkariyên mirovî bi berdewamî û bênavber bên şandin.
Çavkaniyek dîplomatîk di debarê hevdîtinê de agahî da û got, “Tirkiye û DYA li ser pêwîstiya nehiştina zirarê li sivîlên li Xezeyê, gihandina alîkariyên mirovî û çareseriya dudewletî li hev dikin. “Di civîna îro de jî tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bo çareseriya du dewletî bi hev re kar bikin.
Di hevdîtinê de Wezîra Derve Fîdan ji hemtayê xwe yê Amerîkî Blinken re jî amaje bi wê yekê kir ku bombebarankirina cihên sivîl û rûxandina binesaziya li Xezayê nayê qebûlkirin.
Hat destnîşankirin ku di hevdîtina ku li Wezareta Karên Derva hat kirin da pêvajoya berfirehkirina NATOyê, mijarên dualî û herêmî yên di çarçoveya endamtiya Swêdê da jî hatin nirxandin.


