Rewşen Bedirxan di hizrên me de dijî

Mîra Kurd  hevjina Mîr Celadet Bedirxan Rewşen Bedirxan ji berî niha 22 salan ji nav me koça dawî kir. Ji bo Rewşan Xanimê gelek tişt hatine gotin, pirtuk hatine nivîsandin belgefilm li ser jiyana wê hatine çêkirin.

Lê her cara mirov Rewşen Bedirxan bi bîrtîne gelek tişt hene cardin bêne gotin. Bi rastiya xwe de wek jinek kurd , wek jinek rewşenbîr, wek kesayet û herweha wek bîr û bawerî mirov çi ji bo Rewşen xanim bêje hindike.

Rewşen Bedirxan kar û kiryarên xwe bû serkaniya despêka tekoşîna jina kurd a modern. Rewşen Xanim di cîhanê de reng û dengê jina kurd di dema xwe de da naskirin. Rewşen xanim cara yekem wek jinek kurd Ala Kurdistanê qada cîhanî de da nasandin.

Lê ji hemiyê jî wêdetir, pêşketin û zerefata jina kurd di kesayeta rewşan Bedirxan de xwe dida nîşandan.

Bi minasebeta 22 yemîn salvegera koça dawî de wek karmendên Rojevakurd em Mîra Botan serkaniya rewşenbîriya jina kurd Rewşen Bedirxan bi rêz bîr tînin.

Herweha di vê roja diltezîn de bi hemî awayî em dixwazin şirîkatiya hizrên Sînemxan Bedirxan bikin.

Sînemxan başe tu heyî em gelek taybetmendiyên rewşen xanim di kesayeta we de dibînin…

 

D.B./Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: