Rewşa Suriyê di civîna Barzanî û Votel de
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurtdistanê, roja yekşemê 24.06.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li general Joseph Votel fermandarê Navenda hêzên Amerîkayê û Ken Gross Konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.Di civîne de, rewşa emnî û siyasî ya herêmî û Îraqê gotûbêj kir û behsa qonaxa piştî hilbijaertinên parlamentoya Îraqê û xebatên ji bona pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û rola aliyên Kurdistanê di wê hikûmetê de kir.Her du aliyan pêdagirî li ser pêwîstiya hevahengiya di warê leşkerî de di navbera hêzên Hevpeymanan, arteşa Îraq û pêşmergeyê Kurdistanê de kir û bi tyabetî jinavbirina paşmayên DAÎŞê û binbirkirina tevgerên vê dawiyê yên çekdarên DAÎŞê li deverê de. Hevahengiya navbera hêzên Hevpeymanan û pêşmergeyê Kurdistanê de heye bilind hat nirxandin û berdewamiya alîkariyên leşkerî ji bo pêşmergeyê Kurdistanê bi pêwîstî hat zanîn.Di civînê de behsa pêşhateyên rewşa Suriyê hat kirin û tekîd liser wê yekê hat kirin ku rêya êkane ji bona çareserkirian pirsa Suriyê, çareseriya siyasî ye bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyên wî welatî parastî bin.