Nivîsar

Rewşa siyasiya Kurdistan, herêm û Navdewletî (Rapor)

Serdema niha serdema rizgarî û azadbûna neteweyên sîtemlêkirî û li bin destê dîktaroriyetê ne. Li sedsala derbasbûyî de hilweşana Yekîtiya Sovyeta berê hêlek ji bo komelê‌yên neteweyên bindest rexsand ku azad bibin û serbixweyî ya xwe rabigihînin û bibin xwediyê dewleta neteweya xwe. Li vê sedsalê de jî şoreş û serhildanên welatên Erebî ya li dijî zulm û newekhevî û dîktatoriyetê ku ji Efrîqa ve destpêkir û heta dewrubera me hatiye û berdewame. Bandora xwe li ser karwana xebata neteweyên bindestan de dibe. Tevgera rizgarîxwaza nîştimaniya Kurdistanê li ser asta Kurdistana mezin dikarê sûd ji vê hel û guhertinan werbigrê û bi karnameyekî neteweyî û nîştimaniya serdemiyane berev rizgarî û azadî û serbixweyî ya Kurdistanê hengavan bavêje.

Li navbera van  10 heta 15 salên derbasbûyî komek bûyer û guhertinên siyasiyê mezin li ser asta Kurdistan, Iraq, herêm û cîhanê rûdaye. Ji bo me gelek girînge li ser wan rawestîn û bi nêrîneke neteweyî ve şîrove bikîn û binirxînîn. Ji bo vê mebestê jî li vê nivîsînê de bi kurtî û bi hurî li ser van bûyer û guhertinan rawestayîn û me dîtin û nêrînên xwe yên neteweyî xistiye rû.

Pêvajoya Kurdistanê:

Kurdistan wekî nîştimanekî perçe perçekirî û dagîrkiriyekî navdewletî ya li rojhilata navîn de ketiye cîhekî gelek hestiyar û stratejiya li ser nexşeya siyasî de û gelek ji çavkaniyên serekiyên uzeya (enerjiya) navçeyê li çarçêweya axa Kurdistanê dane. Neft (petrol) ku yek ji çavkaniyên serekiyên uzeye, bi rêjeyekî wiha li Kurdistanê de heye ku dikarîn bibêjîn mezintirîn yedegê neftê yê paşarojê çavkaniya xwe Kurdistane. Ji bilî wê yedegekî zêdeyê Kukurt, Fosfat, Zêr, Uranyum, Hesin û kanza û maddeyên dine. Her wiha axa wê ya çandinê û hebûna çavkaniyeke zêdeyê av li Kurdistanê de, hemû dewlemendiya axa Kurdistanê nîşan didin.

Ji ber wê yekê Kurdistan herdem cihê çav lê birîna hêzdaran bûye û xala bi yekdadana hêzên berfirehxwaz û bazinxwazan bûye ku axa wê dagîr bikin û samana wê jî talan bikin. Eger venegerîn li ser dîroka dûr dirêj, wê demê Çaldiran û Lozan encamdana dû tawanên dîrokî yê mezin bûn dijî Kurdistan û neteweya Kurd, ku bûne sedema dabeşkirin û dagîrkirina Kurdistanê. Lê belê encamdana van tawanan her wiha bê bersîv û karvedana wê nemane, belku Kurd bi dirêjahiya dîrokê perçe perçekirin û dagîrkirina axa wê bi mebesta berevanîkirinê bûn û mayîna xwe û derxistina dagîrkeran ji axa wê û damezrandina kiyana neteweyî û nîştimaniya xwe, berdewam dijî dagîrkeran û berxwedana şoreşgerane de bûye. Ji bilî wê yekê bi dirêjahiya wan hemû berxwedanan pêvajoya navdewletî û navçeyî û navxweyî jî beşekî zêdeyê wan raste rast dijî Kurd û tevgera wê bûn û beşekî din jî li asta seng û girîngî û mezina tevgerê de nebûn. Lê belê ewê ku Kurd dikarê heta niha şanaziyê pêve bike eweye ku li encama berxwedana qehremananeya xwe de ji bilî wê yekê hemû dijminên har û hov û dirinde, wekî netewe xwe hiştiye û kariye berxwedanê li mayîna xwe bide û xwe ji qîrkirinê biparêzê. Bêguman eve jî xalekî girîngê dîroka Kurde û mezintirîn destkefta berxwedana wî ye.

Ezîzan: Rewşa Kurdistanê li tevahiya perçeyên dagîrkiriyên xwe de li ruyê xebata siyasî û cemawerî û dîplomasî û xwe rêkxistin û xwe sazdan û karê şoreşgerane û hewldana ji bo pejirandina desthilata şaristaniyane û serdemiyane gelek ji carên berê pêşveçûyî û geştire. Li vir de bi pêwîstî dizanîn, ji bilî wê yekê ku cûda cûda behsa beşên dinên Kurdistanê û rewşa Kurdan bikîn û tîşk bixîn li ser pêşveçûnên wan jî.

Bakûrê Kurdistanê:

Bilindbûn û pêşveçûna xebat û berxwedana welatparêzaneya neteweya me ya li Bakûrê welat kariye neteweya me ji înkara hebûna Kurd, wekî neteweyek rizgar bike û bigihîne wê astê ku Hikûmet û navendên biryarderên di destên Tirkiye neçar bike bigihîne wê baweriyê ku belê êdî nikarîn înkara hebûna Kurd bikin. Her wiha, wiha li wan bike ku bîr li çareseriya pirsa Kurd bikin û li vî warî de daxuyaniyan bidin. Ew guhertinên ku li Tirkiyê rûdane li bin bandora pêşveçûna xebata neteweya me li wê beşê welat pêkhatine. Eger ew daxuyanî û siyaseta niha ya Tirkiye, demkî û taktîkî jî bibin girîngiyekî xwe ya siyasî û taybetî heye. Ji ber wê yekê Tirkiye, li dema derbasbûyî de bi hemû awayekî înkara hebûna neteweya me dikir. Pêşveçûna xebata neteweya me ya li Bakûrê Kurdistanê li ser hemû astekî daye. Li ser asta siyasî û dîplomasî û çandî û cemawerî û awayên dinê şaristaniyên xebatê, ev hemû li Bakûr de rejîma dagîrkerê Tirkiyê beramber civaka navdewletî şermezar kiriye û wê neçar kirine ku wiha bîr û raman ê li guherîna siyaseta faşîstaneya xwe beramber bi Kurd vebike.

Pêwîste bi çavekî rêz ve li kar û xebata neteweya xwe ya li Bakûrê Kurdistanê temaşe bikîn û bi wan pêşveçûnên tevgera rizgarîxwaza neteweya me li wê beşê welat xweşhal bibîn. Li heman demî de hevkarî û piştgîriya xwe ji bo xebata neteweya me ya li wê beşa welat rabigihînîn û kar û xebata wan bilind binirxînîn û bang li hemû Kurdistaniyan bikîn li hundir û dereveyê welat hevdeng û piştevanê xebata neteweya xwe bin li Bakûrê Kurdistanê ji bo bi destanîna mafê rewayên gelê Kurdistanê û şermezarkirina siyaseta faşîstaneya rejîma Tirkiye ku dijî neteweya me encam dide. Her wiha daxwaz ji tevahiya hêz û aliyê siyasiyan û rêkxistinên civaka medenî û kesayetiyên welatparêzên bakûrê welat bikîn ku hevkar û piştevana hevdû bin ji bo zêdetir pêşvebirina kar û xebat û gihîştina bi azadî û mafên neteweyeyiyên wan, erkê me yê serekî jî li vê qonaxê de pêwîste xebatkirin bê ji bo pêşvebirin û serxistina pêvajoya aştî ku vaye niha li Bakûrê Kurdistanê destpêkiriye.

Rojhilata Kurdistanê:

Li gel wan hemû guhertinên ku li herêma me de rûdidin û ew hemû pêşhatên ku têne pêş, li kar û xebata vê beşa Kurdistanê de hest bi sistiyek têkirin. Sistî kar û xebata vî beşa welat de wiha kiriye ku helwest û nêrîna rejîma dagîrkerê Îranê li beramberî neteweya me her wekî xwe bê û berdewam bê li dijayetîkirina neteweya me û mafên me yên rewa nas nake. Li gel sistiya li kar û xebata wê beşa Kurdistanê hewlên li hevdû nêzîkbûna hêz û aliyê siyasiyên welatparêzên rojhilata Kurdistanê bilind dinirxînîn û bi çavê rêz ve li wan temaşe dikin û bang li serkirdayetiya tevahiya hêz û aliyê siyasiyên rojhilat dikîn ku zêdetir nêzîkî hevdû bibin û rêzên xwe yek bixin. Pêwîste bi vî navî de hengavên bi lez û xurt bavêjîn û karnameyekî neteweyî û nîştimanî ji bo qonaxên niha ya xebatê dabirêjîn û ji bo pêkanîna bereyekî siyasî kar bikîn ku li nav xwe de ji bo wan sedem û pêşhatên ku li ser asta herêmê de rû didin û têne pêş amade bibin.

Pêwîste hevkarî û piştgîriya xwe ya tevahî ji bo xebata neteweya xwe ya li Rojhilata Kurdistanê rabigihînîn û hêviya pêşveçûn û serketina wan bixwazîn û daxwaz ji tevahiya Kurdistaniyan bikîn ku hevkar û piştevanê kar û xebata neteweya me ya li wê beşa welat de bibin. Erkê me yê serekî jî li vê qonaxê de beramber Rojhilata Kurdistanê, ji bo pêşvebirina kar û xebata vî beşa welat ya bi awayeke aştiyane û vekirina dergehek ji bo pêvajoya aştîvanî û bi destanîna mafên rewayên Kurd li Rojhilata Kurdistanê pêwîste peydakirina rêyek bê.

Rojavayê Kurdistanê:

Rojavayê Kurdistanê li pêşerojê de bi berdewamî ji aliyê rejîma Suriyê ve bi ax û xelk ve înkarî bi hebûna wê hatiye kirin. Rejîma dagîrkerê Suriye çendîn siyasetên regezperestane û faşîstane li beramber neteweya me ya li vî beşê welat de bikaraniye. Wekî naskirina bi hebûna Kurd û dirustkirina kembera (piştêna) Erebî û standina zevî yên çandiniyên Kurdan û wan bi Ereb nasîn û ji wan standina nasname û çendîn siyaseta dirindaneyên din. Ji bilî berdewambûna wê siyaseta faşîstaneya rejîma dagîrkerê Suriye zarok û gedeyên neteweya me li wê beşa welat de berdewam bûne li kar û xebata siyasiyên xwe de û karîne parêzgeriyê li hebûn û mayîna xwe bikin û taybetmendiyên neteweyiyên xwe biparêzin.

Bahoza şoreş û raperînên welatên Erebî gihîştiye Suriye û heta niha jî gelê Suriye li şoreşa dijî rejîma xwînrêjiya Esed de berdewamin. Baweriya me wiha ye li paşarojeke nêzîk de rejîma xwînrêjiya Suriye dirûxê. Ji bo wê yekê bi girîngî dizanîn tevahiya hêz û aliyê siyasiyên vî beşa welat yekrêz û yekdeng bin û bi pêkve kar bikin û xwe ji gengeşeya hizbayetî û partîtîyê dûr bigrin. Pêwîste bang li hemû aliyek bikîn li vê qonaxa hestiyar de li şûna hizbayetiyê Kurdayetiyê bikin û berjewendiya neteweyî û nîştimanî li ber çav bigrin û xwe li her girjî û nakokiyek dûr bigrin. Li pêşerojê de neteweya me li Rojavayê welat hevkar û piştevanê xebata me ya neteweyî bûne li Bakûr û Başûr û Rojhilata Kurdistanê û bi kirdarî beşdariyê şoreşa hemû beşên welat bûn. Pêwîste li vê qonaxê de hemû aliyeke li beşên dinê Kurdistanê hevkar û piştevanê neteweya me ya li Rojavayê Kurdistanê bin.

Li vî warî de pêwîste beşên dinê welat, hevkarî û piştevaniya xwe ya tevahî, ji bo xebata neteweya me ya li Rojavayê Kurdistanê rabigihînîn û daxwaz ji hemû Kurdistaniyan li hundir û derveyê Kurdistanê bikîn hevkar û piştevanê neteweya me ya li Rojavayê welat de bin.

Erkê me yê serekî jî li vê qonaxê de beramber Rojavayê welat pêwîste:

Yekem: Karkirin bê ji bo ragirtina wê xwînrêjiya ku vaye li Rojava li dijî neteweya me heye.

Dûyem: Hevkarî û piştgîriya hemû beşên dinê welat ji bo Rojavayê Kurdistanê bê desteber kirin, eve jî bikin erkê neteweyiya hemû aliyek.

Sêyem: Pêkanîna komîteyekî neteweyî ji bo yek alîkirina kêşe û pirsgirêkên di navbera hêzên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê û li navbera wan de pêkanîna sazanekî nîştimanî û neteweyî.

Kurdistana Sor:

Kurdistana Sor mebest li wê beşa axa Kurdistane ku ketiye bindestê Ermenîstan û Azerbaycanê. Li vê beşa Kurdistanê de neteweya me li rêya xebata çandinê kariye taybetmendiyên xwe yên neteweyî biparêzin û parêzgeriyê li hebûna xwe bikin û ji bo pêşxistin û geşkirina ziman û çanda Kurd berdewam li kar û xebatê dane. Li vê beşa Kurdistanê de komek kesayetî û zanayên bi şiyan li warê zanist û edebî de rabûne ku cihê şanaziya Kurdin.

Pêwîste vê beşa Kurdistanê bi beşekî nebiriyê axa Kurdistanê bizanîn û piştgîriya tevahî li rêbaza çandî û xweparêziya neteweya xwe ya li vî beşê Kurdistanê bikîn. Li paşarojê de daxwaz bikîn ku ev beşa Kurdistanê jî vegerê ser axa Kurdistana mezin.

Kurdên Asyaya Navîn:

Li encama êrîşa dijmin û nehezan ya li ser axa Kurdistanê û dagîrkirina welatê me, hejmareke zêdeyê ji neteweya me hatine belavkirin û li welatên dinê Asyaya Navîn dijîn. Kurdên Asyaya Navîn ku li welatên (Kazakîstan, Qirgizîstan, Ozbekistan û Tukmenistan)ê dijîn hejmara wan ji 600000 şeşsed hezar kesan zêdetire. Heta niha ziman û çanda xwe ya neteweyî ya Kurd diparêzin. Her wiha li salvegeran de cejn û helkeftên neteweyiyên xwe bi taybetî cejna Newrozê pîroz dikin.

Li ser me hemû aliyek ferze ji bo parêzgerîkirin û parastina taybetmendiyên neteweyiyên xwe bi girîngiyê ve agahdarî wan birayên xwe bîn û hevkariya wan bikîn.

Pêwîste herdem bi çavekî rêz ve li wan birayên xwe temaşe bikîn û ewê li şiyana me de bê hevkar û piştevanê wan bîn. Ji bo bi bîr xistinê dema li sala 2009 li Qirgizîstanê ketin ber êrîşan, em li Başûr bi dengê wan ve hatîn û peyama wan jî me gihande Serokayetiya Kurdistanê û bersîva Serokayetiya Kurdistanê jî ku helwestêkî Kurdane û neteweyiyane bû. Eve jî li wî welatî de bûye sedema rawestana êrîşên li ser Kurdan.

Kurdên Lubnan û Urdinê:

Hejmareke zêdeyê ji Kurd li welatê Lubnanê dijîn û tevlî civaka Lubnanê bûne. Zêdetirê çavkaniyên dîrokiyan jî çûna Kurd ya Lubnanê vedigerênin li ser serdema Selaheddînê Eyubî û li sedsala derbasbûyî jî piştî şikestina şoreşa Şêx Se’îdê Pîran li Bakûrê Kurdistanê hejmareke zêdeyê ji Kurdên Bakûrê welat li destê zulm û zoriya Tirkan koçberî Lubnanê bûn. Hejmara Kurdên Lubnanê ji 150000 sed û pencih hezar kesan zêdetire. Her wiha hejmare Kurd li Urdinê jî dijîn ku hejmara wan digihe 15000 panzdeh hezar kesan. Çûna Kurd ya Urdin jî wekî çavkaniyên dîrokî behs dikin vedigerê ser serdema Selaheddînê Eyubî. Kurd li van dû welatan de bi awayeke wiha tevlî wê civakê bûne ku nifşê niha zêdetirê wan zimanê Kurd ji bîr kirine. Tenê bi kesên temendirêjên wan zimanê Kurdî dizanin. Li gel eve jî şanaziyê bi Kurdbûna xwe dikin û navend û civaka çandî ya Kurdan damezrandiye û salane salvegera serê sala Kurdî û cejna Newrozê pîroz dikin.

Bi pêwîstî dizanîn ku ji bo parastina ziman û çand û taybetmendiyên neteweyiyên wan li her cîheke bin hevkariya birayên xwe bîn.

Başûrê Kurdistanê:

Başûrê Kurdistanê li hemû rûyek ve geşe û pêşveçûnekî ber bi çav bi xwe ve dîtiye. Hest bi wê yekê tê kirin roj bi roj li rûyê siyasî, dîplomasî, aborî û pêvajoya avadankirinê û binyatnana jêrxan û bingehê berev pêşve hengavan davêje. Ev pêşveçûnên Başûrê welat cihê dilxweşiyê ne û pêwîste em hemû aliyek hevkar bîn ku Başûrê Kurdistanê li hemû rûyek ve pêvajoya avadankirinê zêdetir pêşve bibîn.

Ji bo zêdetir pêşvebirina Başûrê Kurdistanê bi pêwîstî dizanîn çaksaziyekî û reformekî bingehîn bê encamdan û awayê birêvebirinê bibe sîstematîk û edalet û dadmendiya civakî li ber çav bê girtin û gendelî bê rakirin û girîngiyeke mezin bi xort û lawan û jinan û kesên şareza bê dayîn. Eve jî dibine fakterê serekiyê zêdetir çalak kirin û pêşveçûna dezgeh û saziyên Hikumeta Kurdistanê.

Ji bilî wan pêşveçûnên Başûrê Kurdistanê heta niha jî komek êrîş û tehdîd li ser Başûrê welat de hene, ku pêwîste em hemû aliyek rûbirûyê wan bibîn. Ji bo rûbirûbûna êrîşên li ser Başûrê welat bi pêwîstî dizanîn bi zûtirîn demî navmalê Kurd û navenda siyasî bê rêk û yek xistin. Muameleyekî tendirust li gel hêz û aliyê siyasiyan bê kirin. Her wiha wiha dibînîn ku pêwîste hemû aliyê siyasiyan li ser pirsên neteweyî û nîştimaniyan yekdeng û yek helwest bin. Bi taybetî li vê qonaxa hestiyar û çarenûssaz de. Erkê me yê serekî li vê qonaxê de li Başûrê welat, ji parastin, çespandin, pêşvebirin û sîstematîkkirina dezgeh û saziyên Başûrê Kurdistanê pêkhatiye.

Navçeyên dagîrkiriyên Başûrê Kurdistanê:

Kerkûk, Mexmûr, Xaneqîn, Şingal, Şêxan, Zummar, Xaneqîn û Bedre û Cesan û çend cîheke dinê Başûrê Kurdistanê ew navçeyên ku heta niha venegeriyane ser Kurdistanê û ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve hatine dagîrkirin û ew navçeyên bi (Navçeyên Derveyê Sînora Kurdistanê) û (Navçeyên nakokî li ser) têne bi nav kirin. Li destûra Iraqê da maddeya 140 ji bo çareserkirina pirsa wan navçeyan hatiye danîn. Li piştî rûxana rejîma Be’es ve tu encam li kabîneyên Hikûmeta Iraqê de hengavên kirdarî ji bo bi cîhkirina wê maddeyê û vegerandina wan cîhan li ser sînorê îdariya Kurdistanê nehat avêtin.Wiha dibînîn ku vaye tu Hikûmetekî Iraqê ne niha û ne jî li paşarojê de ne amadeye maddeya 140 bi cîh bike û destberdarê wan navçeyên Kurdistanê bê. Di derbarê bi planên vê dawiyê ya Hikûmeta Iraqê jî dijî bi xelkê Kurdistanê û wan navçeyan, eweye ku ew navçe venegerin ser Kurdistanê û wekî rejîmên berê dagîr bike. Pêkanîna (Operasyona Dîcle) jî ji bo vê mebestê ye, ji bo wê yekê jî pêwîste ji bo vegerandina wan navçeyan li ser sînorê îdareya Kurdistanê biryara me ya Kurdane hebê.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê:

Xwe amadekirina Kurdan li ser asta neteweyî ji bo sazkirina Kongreya Neteweyî li vê demê de gelek girînge bi taybetî ji bo dariştina stratejiyekî neteweyî ya tevgera rizgarîxwaza nîştimaniya Kurdistanê hêvîdarîn ku Kongreya Neteweyî seranserî û ji bo tevahiya hêz û aliyê siyasiyên hemû beşên Kurdistanê û Kurdên Asyaya Navîn û Kurdên Lubnan û Urdin û saziyên civaka medenî(sivil) û kesayetiyên serbixweyiyan bê û karekî wiha bê kirin ku bi kirdarî Kongreya Neteweyî bê û bi tenê nebê Kongreya Partiyan. Pêwîste li vê kongreyê de bi berçavgirtina taybetmendiya her beşekî Kurdistanê stratejiyeke neteweyî yekgirtî ji bo qonaxên paşaroja xebata gelê Kurdistanê bê dariştin û encûmenekî neteweyî dabimezrê û peymanekî neteweyî ji aliyê beşdarvanan ve bê îmza kirin ku têde şerê Kurd kuştin bê heramkirin û sizakirin. Rêberayetiyekî neteweyî jî bê diyar kirin bo ku merce’ê biryara Kurdî li ser asta neteweyî muameleyê li gel da bê kirin. Evê erkê bi lezê vê qonaxa xebatê dizanîn û ez bawerim paşxistina vî karê neteweyî ziyanekî mezin li doza rewaya Kurd digihîne. Pêwîste bi vî navî de em hemû amadeyê her cûre hevkarî û piştgiriyek bîn.

Kurdên li derveyê welat dijîn:

Pêwîste bi çavê rêz ve li kar û xebata revenda Kurd yên li derveyê welat temaşe bikîn û bi pêwîstî dizanîn ku girîngiyê bi revenda Kurd li derve bê dayîn û li çarçêweya rêxistineke taybet de bêne rêkxistin. Ji bo wê yekê bikarin ji bo gihandina dengê Kurd bi navendên navdewletiyan çalaktir bibin û beşdariyekî çalakane jî li piştevanîkirina doza rewaya gelê Kurdistanê li ser asta navneteweyî de hebê. Revenda Kurd eger rêkxistî bin dikarin karên mezin encambidin ku li xizmeta pêşvebirina pirsa neteweyî û nîştimanê me de bin.

Iraq:

Li sala 2003 ê de rejîma Be’esiya Iraqê kete ber êrîşan û gurzê serbaziya hêza hevpeymanan û li 09/04/2003 de dawiyê bi desthilata rejîma hov û xwînrêjê Be’esa li Iraqê anî. Gelên Iraqê li bin destê wê rejîma totalîter rizgar bû. Piştî nemana rejîma Be’es hemû aliyek li benda ewe bûyîn ku sîstemekî demokrasî hukma Iraqê bike û şaşiyên rejîmên berê beramber gelên Iraqê dûbare neke. Lê belê mixabin temaşe dikîn desthilatdarên niha ya Iraqê bi heman eqliyeta berê hizir dikin. Hewl didin heman siyaseta rejîmên berê praktîk bikin. Ev awayê hukim li Iraqê da ziyan bi hemû aliyek digihîne û dibê sedema dûbarebûna karesatên berê. Ji bo wê yekê li ser me hemû aliyek pêwîste dijî wê awaya hukma niha rawestîn.

Ez bawerim Iraq bi wan tevgerên niha berev takrewî û dîktatoriyetê hengavan davêje û wekî rejîmên berê Iraq her dema bi hêz bibê dijî Kurd radiwestê. Li vî warî de em wekî Kurd me ezmûnekî tehl li gel wan rejîmên Iraqê de heye. Her dema Iraq bêhêz û bê şiyan bûbê, hêviya xwe bo Kurd biriye û diyalogê li gel de kiriye, ku hêz û şiyanê peyda kiribê dijî Kurd rawestaye. Eger temaşe bikîn li paşarojê de tevahiya desthilatên Iraqê li destpêka li ber girtina desthilatê cûreyek nermî nîşandane û paşê ku desthilata wan berev bihêzî çûye dijî gelê Kurdistanê rawestane. Eve heta ku Abdulkerîm Qasim hate ser hukim li 1958 heta 1961 cûre nermiyekî nîşanda. Lê belê paşê li 1961 li sozên xwe poşman bûn û eve bû li 11/09/1961 şoreşa eylul bi Serokayetiya General Barzaniyê Nemir destpêkir. Desthilata Qasim ewê karî li Kurdkuştin‌ û êrîş û bombebaran û şewitandina bajar û gundê Kurdistanê de kêmasî nekir. Eger mînakeke din werbigrîn Be’es li 1968 ku kudeta û darbeya leşkerî kir û desthilatê girte dest cûre nermiyekî nîşanda û li gel serkirdayetiya şoreşa Kurdistanê dest bi diyalogê kir û li encamê de neçar bû ku peymana 11ê Adara 1970 mohr bike û rabigihîne û li 1970 heta 1974 aramiyek li ser Kurdistanê de kişand. Li wan çar salan de ku desthilata Be’es berev bihêz bûnê ve çû ji sozên xwe paşgez bû û kete şerê Kurdistan‌ê û çendîn planan bikaranî. Her ji bi Erebkirin û kîmyabarankirin û bê ser û şûn kirin û heta digihe êrîşên enfal‌an. Armanca Be’es jî bi ax û xelkê ve nehiştina gelê Kurdistanê bû. Mînaka dawî jî ezmûna rûxana Be’ese li 09/04/2003 de, ku Be’es hate rûxandin ewên navê rikeberî û opozîsyona Iraqê li xwe kiribûn li nav Iraqê de xwedî pêgehekî mezina cemawerî nebûn. Dema vegeriyan Iraqê bi hevkariya welatên hevpeyman û welatên dewrubera Iraqê bingeh û pêgeha xwe bihêz kirin. Li hemû tiştek de hêviya xwe bi serkirdayetiya Kurdistanê ve girêdidan û serkirdayetiya Kurdistanê jî li hevkarî û piştgîrîkirina wan de kêmasî nekir. Ewê ji bo wan aliyên Erebiyên Iraqiyan re kir çarekî wî ji bo hêz û aliyê Kurdistaniyan nekir.Hindî bi nêzîkî wan ve çûn û aliyên Kurdistaniyan xwe îhmal kir. Diviya serkirdayetiya Kurdistanê zêdetir hevkarî û piştgîriyê li aliyê Kurdistaniyan bikira û wan bi hêz bikira û ewê ji bo aliyê Erebiyên Iraqiyan kir ji bo aliyê Kurdistaniyan bikira. Lê belê mixabin wiha nekir. Eveye niha jî dibînîn aliyên Ereb çawa dijî daxwazên gelê Kurdistan‌ê û serkirdayetiya wê radiwestin û aliyê Kurdistaniyan jî çawa berevaniyê li destkeftên gelê Kurdistanê dikin û piştgîriya serkirdayetiya Kurdistanê dikin. Heqe piştî niha serkirdayetiya Kurdistanê helwest û siyasetên xwe li ber çavan de derbas bike û zêdetir navenda siyasiya Kurdistanê rêkbixe û bi hêz bike. Axaftin dîtin û nêrînên welatparêz û dilsozan jî girîng werbigrê û bi singekî fireh ve rexne û gazindeyên xelkê ve biçê û li xema çareserkirina giriftên xelkê da bê. Ewê ku ji bo vî alî û wî alî dike bila ji bo xelkê Kurdistanê bike. Eve raste û pêwîste vê yekê qebul bikîn. Ev hewlên niha yên Malîkî jî ji bo dest bi serdagirtina Kerkûk û Mexmûr û deverên dagîrkiriyên dinê Kurdistane. Malîkî û ewên li pişt Malîkî jî tên her wiha dibin. Bila bi rastî dîtinê reftaran bikîn û fêl û hîleyan li xwe nekîn.

Ji bo bergirtina li takrewî û dîktatoriyeta li Iraqê de em wiha dibînîn ku pêwîste Iraq bi kirdarî bibe dewletekî federal û herêma navîn û başûr bê dirust kirin. Ji bo wê yekê ew herêm desthilata xwe li sînora xwe de bi karbînin û rêgir bin li takrewî û dîktatoriyetê. Her wiha pêwîste Başûrê Kurdistanê jî kar ji bo wê yekê bike berev damezrandina kiyana neteweyî hengavan bavêje. Ji ber wê yekê gelek zehmete heta serî bikarîn li çarçêweya Iraqekî de bijîn ku dijî daxwazên me bê. Pêwîste sûd li pêşerojê werbigrîn û êdî dema xwe vala nedîn. Ezmûna Kurd li gel rejîmên Iraqê ewe dibêje me ku bawerî bi desthilatên Iraqê nekin. Ji bo wê yekê pêwîste ji niha ve xwe ji bo wan eger û pêşhatan amade bikîn ku têne pêş û bandora xwe li ser gelê Kurdistanê dibe.

Pêvajoya Herêmê:

Pêvajoya herêmê heta radeyekî mezin li bin bandora pêvajoya navdewletî daye. Ji ber wê yekê guhertin û rûdawên navdewletiyan bi awayeke raste rast yan neraste rast karvedana xwe li ser cihên dinê cîhanê de dibe. Em karvedan hinek car bi erênî û hinek car jî bi neyînî dibe.

Eger temaşa rewşa siyasiya navçeyê bikîn wê demê ewe ji bo me derdikevê ku welatên navçeyê li ser du sêwan û mîhweran de dabeşbûne:

1 – Sêwana (Îran – Suriye)

2 – Sêwana (Tirkiye û Welatên Kendavê)

Her yek ji welatên navçeyê, ku li ser wan dû sêwanan dabeş bûne komek berjewendiyên hevbeş wan bi pêkve girêdide. Ev welat ji bilî hebûna komek kêşeyên wan yê navxweyî berdewam li hewl didin kêşeyên xwe yên navxweyî veşêrin û mijulin xelkê xwe bi kêşeyên derekiyan ve mijul bikin. Eve gelên Suriye dijî rejîma xwînrêja Be’esa Suriye raperî û berdewamin li şoreş û rejîma Suriyeyê li rûxanê nêzîkkiriye. Rejîma Îranê jî rû bi rûyê komek kêşeyên navxweyî û navdewletî bûye û gelên Îranê tûşî komek kêşe û êşan kiriye her li nebûna demokrasiyet û azadiya siyasiyan û heta digihe birçiyatî û hejarî û nexweşiyekî li raderbirîn. Hemû êş jî bi derece û pleya yekem rejîma Îranê jê berpirsiyare. Ji bo wê yekê dibînîn roj bi roj nerazîbûna cemawer dijî wê rejîmê zêde dibe. Bi taybet li van demên dawî de Îran li rûyê aboriyê ve ziyanekî zêde dît û bûye sedema wê yekê ku diravê(pereyê) Îranî li beramber diravê biyanî bi rêjeyekî ber bi çav dabibezê. Eve jî ziyanekî zêde gihand aboriya Îranê. Ji bilî van zextekî zêde yê navdewletî li ser Îranê heye. Berdewam bûna Îranê li ser vê siyasetê û encam nedana çaksazî û guhnedana bi civaka navdewletî rûbirûyê karesatekî mezin dike. Wekî diyare li demên pêş de rejîma Suriye diruxe. Bi rûxana rejîma Suriye jî ev sêwan gurzekî gurçikbirî berdikevê û bandora xwe namîne. Bêguman her yek ji Îran û Suriye beşekî Kurdistanê dagîrkirine. Lawazbûna wan li berjewendiya gelê Kurdistanê daye û pêwîste gelê Kurdistanê li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê amadehiyeke xwe yê tevahî hebê bo ku sûd li vê rewşê werbigrin. 

Di derbarê sêwana dûyem, ku sêwana Tirkiye û beşek ji welatên kendavê, ji bo me hemû aliyek rûne ku Tirkiye li rewşekî aborî û navxweyî ya xerap daye: Bi taybetî li beramber pêşveçûnên xebata neteweya me ya li Bakûrê Kurdistanê sosret bûye û bê‌ bername maye. Êdî tişteke din nikarê înkara hebûna Kurd li wê beşa Kurdistanê bike. Ji bilî wê Tirkiye li qeyranekî aboriya mezin daye. Demeke dirêje ji bo xwe derbaskirina ji wan qeyranan hewl dide biçê nav Yekîtiya Ewrupa. Lê belê serkeftî nebûye. Ev rewşa niha ya Tirkiye li berjewendiya tevgera rizgarîxwaza nîştimaniya neteweya me daye li Bakûrê Kurdistanê. Her çi welatên kendavê jî bi destê komek kêşeyên siyasî û navxweyî de gîro bûne û li hewla ewedane bi her awayekî bê parêzgeriyê li mayîna xwe bikin.

Dikarîn bibêjîn Rojhilata Navîn li rewşekî pir nasik û hestiyar û alozdaye û roj bi roj sedem û pêşhatên nû têne pêşve û şoreş û raperînên welatên Erebî ku heta niha jî berdewamin, bandora xwe li ser tevgera rizgarîxwazên dinê navçeyê de dibe. Pêwîste em Kurd jî sûd ji wê derfetê werbigrîn û hevkariya birayên xwe bîn li beşên dinê Kurdistanê bo ku ew jî kar û xebata xwe xurt bikin û berev rizgarî û azadiyê ve hengavan bavêjin. Ev rewşa nû ya rojhilata navîn ji bo Kurd eger bikarîn sûd lê werbigrîn û me bernameyekî neteweyî û nîştimanî hebê derfetekî dîrokiye. Divê gelek hişyarî eve jî bîn ku doza Kurd nekîn qurbana gengeşeya welatên navçeyê. Pêwîste li wê astê bîn sûd li nakokî û gengeşeyan werbigrîn û bixîn xizmeta doza xwe ya rewa.

Filistîn:

Filistîn wekî welatekî dagîrkirî li rewşekî gelek xerap daye. Rojane xelkê wê dikevê ber êrîşên Îsraîl û şehîd û birîndar dibin û malên wan diruxênin. Em weku Kurd li bi nêrîna wê yekê ku piştevaniyeke tevahî li tevgera azadîxwazên cîhanê dikîn hevsozî û piştgîriya xwe ji bo gelê Filistînê radigihînîn û hêvîdarîn ku navendên biryarder bi destên cîhanê bi lez li ber wan êrîşên Îsraîl yên li ser Filistîniyan bigrin û çareseriyeke guncaw û yekcarekî ji bo doza gelê Filistînê peyda bikin. Bi baweriya me eve jî tenê li rêya damezrandina dewleta serbixweya Filistînê dibê. Eve jî mafekî rewayê Filistîniyane û pêwîste hemû aliyek hevkarbin ji bo desteberkirina wan mafên ji bo gelê Filistînê.

Ji bilî zulm û zoriyên Îsraîl beramber Filistîniyan dike, tevgera rizgarîxwaza nîştimaniya Filistîn û tevahiya gelê Filistînê li xebat û berxwedana xwe de berdewamin. Ew berdewamiya xebat û berxwedana gelê Filistînê bi navê mafên wan yê rewa wiha kir ku li vê dawiyê de Filistîn wekî endamê çavdêr li Neteweyên Yekgirtiyan werbigrê. Eve jî pêşveçûnekî ber bi çave li xebata gelê Filistîn û pêwîste em jî weku Kurd sûd li vê ezmûnê werbigrîn û daxwaz bikîn weku çavdêr li Neteweyên Yekgirtî nûnerê me hebê.

Pêvajoya Navdewletî:

Bêguman serdema me ya îro, serdema şoreşa zanist û teknolojiyaye ku li lutkeya geşkirin û pêşveçûnê daye û roj bi roj jî zûtir geş dibe û li warê xizmetguzariyan û warê siyaset û aborî û bazirganî û dîplomasiyê de sûda xwe dibexşê û bandora xwe li ser civaka mirovayetiyê de disepênê. Li encama vê geşkirin û pêşveçûna lezgînî şoreşa zanist û teknolojiyê de cîhan bûye gundekî biçuk û rojane mirov dikarin agahdarî hemû rûdaw û guhertinên siyasî û aborî û dîplomasî û civakî û çandî û yên din jî bibê ku li ser asta cîhanê de rû didin. Her wiha tiştên veşartî eşkere dibin û sedemên peywendîkirinê jî roj bi roj li pêşketinê dane û karhêsanî û xizmetên zêdetir pêşkêşî mirovayetiyê dikin.

Li vê pêvajoyê de welatên mezin ji bo berfirehkirina sînorên desthilat û berjewendiyên xwe de, li gengeşeyê daye. Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li jêr navê cîhangîrî (Al Ulume – Globalizaton) û şerê terorê hewldide desthilata xwe li ser tevahiya cîhanê de bisepênê. Mebesta Amerîka jî li cîhangîrî azadkirina aborî û danustandina bazirganî û xistina karê sermayeye bi bê‌ rêgir û astengî gumrigî û yasayî li tevahiya cîhanê da. Bi vê jî mafê kompanyayên mezin û fireh regezan parastî dibê û berjewendiyên wan disepênê ser berjewendiyên mirovayetiyan û bigre navdewletiyan jî. Bi cîhanîkirin wate bi Amerîkayîkirin. Ji ber wê yekê wekî me balkişand li ser cîhangîriya destbilind hebûna sermaye û sermayedariye li cîhanê de. Amerîka jî wekî xwedî hêz û xwedî sermayeyekî zêde bang ji bo vê hizir û ramanê dike û hewl dide bîsepênê ser hemû cîhanê û li vê rêyê ve berjewendiyên xwe biparêze.

Amerîka li piştî karesata 11 ê eylulê (september) 2001 de bi navê şerê terorê desthilata siyasî û serbaziya xwe gihand gelek navçeyên cîhanê bi taybetî li rojhilata navîn. Dikarîn bibêjîn ev şerê Amerîka bi tenê ne şerê dijî terore, belku li heman demî de ev şer şerê gerane li pey berjewendiyên aboriyan û kontrolkirina çavkaniyên neft û gazê xwezayiyê li navçeyê de. Bêguman teror li her cîheke cîhanê û li bin her navekî de bê red dikîn. Lê belê divê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û civaka navdewletî xebata rewaya çekdarî neteweyên bindest û axa wan hatiyî dagîrkirin ji bo berevanîkirina li mayîna wan û bidest ve anîna mafên neteweyî û nîştimaniyên wan li gel terorê de ji hevdû bêne cûda kirin. Ji ber wê yekê her neteweyek mafê xwe yê rewaye bi navê mayîna xwe û bi dest xistina mafên xwe yên neteweyî de bi her awayek bê xebat û berxwedanê bike. Bi raya me pêwîste Amerîka li pey binbirkirina sedemên terorê de bigerê û wan sedeman nehêlê. Berî her tiştekî pêwîste Amerîka û hemû cîhan bîr li çareserkirina bingehîna doza rewaya neteweyên bindest bikin. Wekî mînak eger temaşe bikîn her yek ji welatên dagîrkerên Kurdistanê li gor wan tawanên ku dijî neteweya me encam dane diçine nav xaneya welatên terorîst. Ji bo wê yekê çareserkirina doza rewaya neteweyên bindestan û şadbûna wan bi mafên wan yên neteweyî dibê sedema nehiştina sedemên teror li tevahiya cîhanê de, ku ew jî terora dewlete.

Li beramber kişwer û cemserê Amerîka de, welatên Yekîtiya Ewrupa ew jî ji bo parastina berjewendiyên siyasî û aboriyên xwe roj bi roj li hevdû nêzîk dibin û bûne cemserekî dinê biryar li cîhana siyasiya îro de. Ji bilî nehiştina sînor li navbera welatên Yekîtiya Ewrupa de gelek welatên Yekîtiya Ewrupa li rûyê aboriyê ve diravên xwe jî yek xistine. Ev hewlên welatên Yekîtiya Ewrûpa ji bo ewene ku ew jî weku cemserek bandora xwe li tevger û guhertin û bûyerên cîhanê de hebê. Bêguman niha Yekîtiya Ewrupa bûye cemserek û bandora xwe li biryarên siyasiyên navdewletiyan de heye.

Cemserekî din siyaseta navdewletî pêkhatiye ji cemsera (Rusya – Çîn), ew jî ji bilî hebûna hinek nakokiyan berdewam bi navê parastin û berfireh kirina sînorê desthilat û berjewendiyên wan li gel cemserên din li gengeşeyê dane û bandora xwe li dariştina biryarên siyasiyên navdewletiyan de heye. Hewldan û karê her yek ji wan cemseran ku me behs kir ji bo berfirehkirin û parastina sînorên desthilat û berjewendiyên wane.

Em weku Kurd li hemû beşên Kurdistanê çawa dikarîn xwe li gel vê pêvajoya navdewletî biguncênîn û sûd jê werbigrîn berev azadî û serbixweya Kurdistanê hengav bavêjîn?

Weku Kurd pêwîste rêz li tevahiya wan bingeh û hêlên giştiyên siyaset û peywendî û yasaya nû ya navdewletiya kirdarî û diyarane bigrîn ku îro li cîhanê de hene û kar tê kirin. Her wiha pêwîste hewl bidîn karê dîplomasiyeta Kurdî gelek ji caran çalaktir bikîn bo ku ji nû ve rûyê doza rewaya gelê Kurdistanê bixinrû û gihandina bi kanalên biryar bi destên cîhanê û ji bo wan biselmênîn û wan têbigihînîn ku bi bêyî çareserkirina bingehîn û siyasiyan doza rewaya gelê Kurdistanê gelek zehmete rojhilata navîn wê hêminî û aramiyê bi xwe ve bibîne ku civaka navdewletî dixwaze. Bêguman hêminî û aramiya rojhilata navîn jî beşeke ji hêminî û aramiya cîhanê. Wate bê çareserkirina pirsa Kurd beşekî cîhanê li ne aramiyê de dimîne. Eve jî dibê sedema wê yekê ku berjewendiya welatên bi hêz li rojhilata navîn de li jêr êrîşê de bin. Ji bo vê mebestê jî divê me karname û stratejiyekî neteweyî rûn û eşkere û guncaw hebê ku bikarîn li gel wê berev rûdan û guhertinên siyasî bandora navdewletiyan hengavên pêwîst berev pêkanîna armanca xwe bavêjîn û ji bo tevahiya kanalên biryarderên cîhanî diyar bikîn ku em wekî Kurd neku her ji bo xwe belku ji bo hemû navçeyê û cîhanê dibîne sedema çespandina hêminî û aramî û asayîşa li rojhilata navîn de. Divê hewl bidîn eve ji bo cîhanê rûnbikîn ku em wekî yek ji mezintirîn neteweyîn li rojhilata navîn de zulmekî mezina dîrokî li me hatiye kirin ku axa me hatiye perçe perçe û dagîrkirin û heta niha ji hemû mafekî xwe hatîne bêbeşkirin. Mafê me yê rewaya ku li vê demê de bi mafên xwe yên neteweyî şad bibîn. Eve jî tenê li rêya gihîştina serbixweyî û azadiyê dibe. Wate çareseriya bingehîn pirsa Kurd damezrandina dewleta Kurdistane. Ji bo wê yekê divê gelek bi eşkere û rûnî stratejiyeta (Kurdistanekî serbixwe û azad û yekgirtî û demokrat) bi hemû cîhanê rabigihînîn. Ji ber wê yekê mafekî gelek rewa û siruştiye her neteweyeke ku li ser axa xwe dewleta xwe ya neteweyî dabimezrênê û bibê xwedî kiyana siyasiya xwe û rola xwe ya bi bandor li binyatnana şaristaniyet û pêşketina mirovayetiyê de bibînê. Eve çendîn sale ku em wekî Kurd ji wê mafê xwe hatîne bêbeşkirin. Lê belê ji bilî asîmîlasyon û qîrkirin û înkara hebûna me bi şanaziyê ve me kariye rolekî mezin û bi bandor li binyatnana şaristaniyeta navçeyê de bibînîn û parêzgeriyê li hebûn û mayîn û şaristaniyeta xwe bikîn ku beşekî girîngê şaristaniyeta hemû mirovayetiyê ye.

Her wiha divê eve li bîra civaka navdewletî bînîn ku li pêşerojê de welatên bi hêz li rêya peymanên Sayks Pîko û Lozanê ve zulmekî mezin li gelê Kurdistanê kirine. Welatê me perçe perçe kirine û dabeşî ser welatên (Tirkiye, Îran, Iraq, Suriyê) kirine û li ser hesabê me van welatan pêkanîne û dirustkirine. Ji bo wê yekê niha welatên bi hêz beramber bi Kurd berpirsiyariyek exlaqî ketiye ser şanê wan ku hevkarê Kurdan bin ji bo nehiştina wan zulman û gihîştina bi azadî û serbixweyî.

Belê li ser me Kurdan pêwîste ji bo gihîştina bi armancên xwe bi vî awayî kar bikîn û gotara xwe ya siyasî yek bixîn û bi bîr û stratejiyekî neteweyiyane li gel vê pêvajoya hestiyara navdewletî tevbigerîn. Pêvajoya navdewletiya îro cîhanê ji bo kar û xebat gelek ji berê guncawtir û baştire û gelek welatên cîhanê bi nêrîneke din pirsa Kurd dixwînin û pirsa Kurd wekî pirsekî siyasî dibînin. Bêguman pirsa siyasî jî pêwîstî bi çareseriya siyasiyane heye.

Xefûr Mexmûrî

Endamê Lîjneya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê YNDK

Têbînî: Ev nivîs pêşkêşî Lîjneya Amadekarê Kongreya Neteweyî ya Kurd – Komîsyona Siyasî hatiye kirin

Back to top button