Civak

Rewşa Partî li Duhok û Hewlêr başe û çavê wê li Mûsilê ye

Rewşa Partî li Duhok û Hewlêr başe û çavê wê li Mûsilê ye

Berpirsê saziya hilbijartinan a Partiya Demokrata Kurdistanê dibêje ku Lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî dê li ser astê herêma Kurdistanê yekem be û rewşa Partî jî li Duhokê û Hewlêrê  başe.

Berpirsê saziya hilbijartinan di hevpeyvîneke xwe de bi rojnameya Awêne re dibîje:

– Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî li herêma Kurdistanê yekem e û rewşa Partî li her du wîlayetên Duhok û Hewlêrê başe û çavê me li ser wîlayeta Mûsilê ye.

– Wîlayeta Mûsil dikare jimareya kursiyên me kêm yan zêde bike.

Berpirsê saziya hilbijartinan  di hevpeyvîna xwe de dibêje ku vê carê dê hevwelatiyên kurd ji crên berê zêdetir biçin dengdanê û nisbeta beşdariyê di ya bilin be.

Li gor berpirsê saziya hilbijartinan Lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî dê ji %66 û ber bi jor, Lîsteya Goran ji %10., Yekgirtuya Îslamî ji %5.5 û Komela Îslamî jî ji %1.5 dengan bîne

Back to top button