Kultur

Zekeriya giliyê li Goran dike

Piştî ku hunermendê deng xweş Zekeriya Ebdulla duyemîn car strana li ser Kurdistanê de got vê carê jî straneke nû ya bi navê Bo Kurdistan tomar kiriye. teksta vê stranê Samî Erguşî û awaz û dabeş kirina wê jî hunermend Zekeriya Ebdulla amade kiriye.

Her wiha ji aliyê Karwan Zamdar ve klîpek ji bo stranê hatiye amade kirin ku li hemû kanalên Kurdî de belav bû, lê belê kanala KNN vê klîpê ji bo bangewaziya hilbijartinê bikaraniye û logoya Lîsta Goran têkilî bi klîpê kiriye.

Eve jî buye sedema gumana hunermend Zekeriya ji ber ku vê klîpê hunermend ji bo tu lîsteyek nekiriye. Li vî der barî de berhem anîna vê klîpê li daxûyaniyek de ragihand: Ev klîp bi tu awayek ji bo aliyek nehatiye kirin lê belê kanala KNN logoya lîsteyên xwe têkilî vê klîpê kiriye û ji bo bangewaziya hilbijartinê bi karaniye û eve jî nayê qebul kirin. Her wiha bi zûtirîn dem dawxwaz ji kanala KNN dikin ku klîpê xwe belav bike. Berevajî wê em lêpirsîneke yasayî dijî vê kanalê tomar dikîn.

 

A: Roşne Umer

(Warvin)

Back to top button