Polîtîk
Fermandarek din hate girtin
Di çerçova doza plana “ Balyozê“ de serfermandarê cendirma yê bajarê Balikersîrê, Albay Murat Ozçelik ji aliyê dadgehê ve tawanbar hate dîtin û biryara girtina wî hate dayîn. Bi fermana dozgerê xwedî selahiyetên taybet, li Balikesîrê li mal û cihê karê Murat Ozçelik lêgerin hate kirin û ji bo êfadeyê rêkirin Stanbulê. Piştî lêpirsînek dirêj ew rêkirin dadgehe û dadgehê biryara girtina wî da.
Albay Murat Ozçelik ji berî bête Balikesîr li Wanê kar dikir û di fermandariya asayişa leşkerî de berpirsiyar bû.