Polîtîk

Gotara Serokê Kurdistanê li Fêrgeha Meşqê Pilingên Zêrevanî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Amadebûyên Birêz!

Pêşmergeyên Qehreman!

Silaweke germ pêşkêşî we dikim û beranber vê nimayîşê, ku hate nîşan dan Pêşmergeyên qehreman gihiştine çi asteke bilind, bi vê yekê jî xweşhaliya xwe derdibirim.

Bêguman karubarê serbazî jî zanisteke, rojek ku Pêşmerge dest daye çek bi bîr û baweriyê ve dest daye çek, bi tifengê kevin û kêm fîşekî û bê îmkaniyetî şerê mezintirîn artêş û tazetirîn çekan kir.

Pêşmerge ezmûneke serkeftiye ji bo hemû gelên azadîxwaz û pîşan da îradeya mîlletêk gelek ji çek û teqemeniya dîktatorek bi hêztire. Felsefeya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê ewe buye ku em divê bergiriyê li xwe bikîn ne ku destdirêjiyê bikîn li ser mafê keseke din û her wiha baweriyeke tevahî bi wê axaftinê hebuye ku dibêje (Amade be ji bo şer, ji bo ku tûşî şer nebî).

Ezîzan…

Em hê jî li dem û cihek da dijîn ku hê jî gelek ji şovenî û faşîstan tîhna xwîna Kurdin. Ji bo wê yekê divê hêzeke pir çek û bi ezmûn herdem amadebê, bo ku gelê Kurd careke din tûşî êş û azaran nebê.

Em naxwazin me hêz hebê bo ku te’edayî li kesek bikîn, em dixwazîn gelê Kurdistanê ew hêza xwe hebê bo ku kes newêrê te’edayiyê lê bike.

Bi dirêjahiya dîrokê xebata gelê me xebateke paqij buye û bi şahidiya hemû cîhanê bi dirêjahiya Şoreşa Eylûlê û heta îro bi tenê carek jî Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşerên gelê Kurdistanê çi li hundir û çi li derve hêviya xwe nebirin li ser wê yekê ku karên neyasayî an jî karê terorîstî bikin, berevajiya wê herdem xebata xwe bi paqijî kirine bi merdane bergiriyê li ax û gelê me kirine û divê herdem li ser wê rêbazê biçîn û eve ferhenge divê ferhengek hebê herdem li nav dil û derûniya hemû Pêşmergeyek da bê.

Her wiha dixwazim bi hemû gelê Kurdistanê rabigihînim ku ji bo ku Kurdistan xwedî yek leşker bê, me bernameyeke gelek gelek rêk û pêk daniye û em bi bername kar dikîn. Her wiha dixwazim rabigihînim ku cenabê Serok Mam Celal jî bi tevahî piştevanî li vê bernameyê kiriye û rênimayiyeke gelek bi ronahî û eşkere bi wan Pêşmergeyên ku ser bi Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê daye û da ku hemû bêne ser fermana Wezareta Pêşmerge û Fermandehiya Giştî ya Leşkerê Kurdistanê. Me heta niha bernameyeke rêk û pêk daniye û xweşbextane dikarim bibêjim gelek bi rêk û pêkî berev pêşve diçîn.

Niha heykelê Wezareta Pêşmerge rêkxistiye û 4 lîwa wekî ezmûn hatiye dirustkirin ji bo ku bizanîn karên wan çawa dibe çi kêmasiyên wan dibe. Eger bi tevahî û bi serkeftiyane birêve çû, êdî lîwayên din jî dirust dikîn.

Eger me kêmasiyan dît û me destnîşan kirin baş dikîn û ji wir berdewam dibîn. Li gor bername yek leşker bo Kurdistanê dirust dikîn û ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe.

Eve biryara me buye û heza me buye ji bo wê yekê ez daxwaz ji hemû hizban dikim muzayede li ser vê meseleyê nekin, kes nîne li ber wê yekê rêgir bibe ku Herêma Kurdistanê yek leşkerê xwe hebe. Lê belê eve karê Wezareta Pêşmergeye û her wekî ku min behs jî kir ev bername bi rêk û pêkî birêve diçe û îro Kurdistan yek Wezareta Navxoya xwe heye, yek Wezareta Pêşmerge heye û bernameyeke rêk û pêk li ber dest bo ku xwedî yek leşkerê Pêşmerge û yek polîs û yek asayîş bin.

Hêvîdarim li îsal da em vê bernameyê bi tevahî bi cîh bikîn û min di dema xwe de soz bi xelkê Kurdistanê da û niha jî dûpat dikim, her dema ku min bihîst, her demek ku min pirsgirêk heye ez bi xwe têm û bi gelê Kurdistanê radigihînim ku pirsgirêk heye û hebûna wê jî eveye, lê belê bi rastî tu pirsgirêk tûne tenê eweye em bi bername kar dikîn û bi hêviya xwedê li gor bername jî vî karî digihînîn encameke baş.

Nabê meseleya Pêşmerge têkilî gengeşeya hizbayetiyê bê kirin, Pêşmerge mulkê hemû Kurdistane, mulkê hemû hizbane, mulkê hemû malbateke Kurdistaniye û ji bo vê meseleyê piştî wê biçûkkirina bi navê Pêşmerge hatibû kirin, min daxwaz ji Parlemena Kurdistanê kiriye lêkolîna li wê meseleyê bikin ji ber ku em naxwazin kes bi xorayî bê sizadan lê belê li gor yasa divê sizaya her kesek bê dayîn ku navê Pêşmerge biçûk bike, ji ber ku careke din jî ez dibêjim meseleya biçûkkirina bi Pêşmerge ji hêla sor jî sortire.

Babeteke din meseleya hilbijartine. Ez daxwaz ji gelê Kurdistanê dikim ku hîmmet bikin beşdarbin li dengdanê û biçin ser sindûqa dengdanê. Ji ber ku li vê hilbijartinê da pêwîstiyeke zêde bi beşdarbûna gelê Kurdistanê heye, bo ku em li Bexda li wê sengerê, li sengera Parlemena Federalda nûnerên gelê Kurdistanê bergiriyê li mafê gelê me bikin û li wir bi erkê xwe ve rabin.

Em niha behsa hevpeymaniyê nakîn, piştî hilbijartinê emê bîr li hevpeymaniyê bikîn û bêguman hevpeymaniya me li gel wan aliyan de dibe ku hevxebat û hevpeyman buyîn û pêkve me xebat kiriye û nêzîkî hevîn û dîtinên me nêzîkî hevdû ne. Ji hemûyan jî girîngtir girêdayîbûna bi destûr û bi cîh kirina maddeya 140.

Xaleke din ku ez dixwazim li vir da balê bikşînim li ser ew jî ew tawanin ku li Musil di der barê birayên mesîhiyan tê kirin.

Me daxwaz ji Hikûmeta Herêmê kiriye hemû hêsankariyek bikin ji bo wan birayan li parastin û hewandinê de bikin û her wiha pirsgirêkekê wanê din jî hebuye ku pirsgirêka xwendina xwendekarane li zanîngeha Mûsilê.

Bi heman awayî me daxwaz ji Hikûmeta Herêmê kiriye hêsankariyê ji bo wan bikin eger bixwazin li zanîngehên Herêm her çawa be bêne wergirtin ji bo ku ev feqîr ji şera vê teror û terorîstan rizgar bibin.

Li dawiyê de ez dixwazim balê bikşînim li ser xaleke din ku gelek bala min kişandiye, ew çalakiyên tekwando gelek gelek balkişandî bû ez destxweşiyê li wan gencan dikim. Lê belê ji hemuyan girîngtir ewe bû ku çawa wan kirş û gilêşan komkirin, hêvîdarim xelkê Kurdistanê jî dema diçine seyranê wiha bi hêsanî wan qirş û gilêşan li wir bi cîh nehêlin û kombikin. Ji ber ku eve jî derseke gelek baş bû ji bo me hemûyan.

Gelek spasiya we dikim her bijîn. Spasiya we dikim Qehremanên Zêrevanî û hemû Pêşmergeyên Kurdistanê, spas ji bo Fermandeyê Zêrevanî û wan hemû kesên ku van çalakiyan encam didin. Bi hêviya xwedê hîç pêwîstiya me bi şer nabe û tûşî şer nabîn. Lê belê ez bawerim ku hun herdem amadene her desteke dirêj ji bo te’eddayikirina li xelkê Kurdistanê de hebe hun amadene wî destî bibirin.

Gelek spas.

Back to top button