Rewşa nuha û paşeroja Rojhilata Navîn

 

Civata siaseta derve û bergiriyê a rusî, ajansa nûçeyan a rusî, govara Rusiya û siyaseta derve, ji  bona minaqeşekirina rewşa welatên erebî û bi tyabetî rewşa Rojhilatanavîn, li bajarê Cuçî li Rusiyayê li jêrnavê (Rewşa nuha û paşeroja Rojhilata Navîn)  konfrenesk saz kir. Di ronfrensê de nêzîkî 100 kesayetîyên siyasî  û akademîk beşdar bûn.

Hêmin Hewramî endamê civata serokatiyê û berpirsê ofîsa merkezî ya peywendiyên derve ya Partiya demokrata Kurdistanê bi nûneratiya Nêçîrvan Barzanî beşdarî konfrensê bû.

Hewramî dibêje:

Berya heyamekî Nêçîrvan Barzanî ji bo wê konfrensê bi fermî hatibû vexwandin, lê ji ber meşxoliya wî bi pêkanîna kabîneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê nikarî beşdarî konfrensê bibe û ez bi nûneratiya wî beşdarî konfrensa navborî bûm.

Hewramî got ku Mîxayêl Bogdanov nûnerê taybetiyê serokê Rusyayê beşdarî konfrensê bû û:

Me bi wî  re hevdîtineke taybet pêkanî, me silavên serok Barzanî û kaka Nêçîrvan Barzanî gihandin wî. Herwesa ji bo vexwandinê jî me sipasiya Biogdanov kir.

Paşeroja Sûrya, tecrûbeya Lîbiya û Tunis, paşeroja îslamiya siyasî û rola Îran, Tirkiye û Erebistana Siudî û tesîra siyaseta Rusiyayê li deverê ew mijar bûn ku di konfrensê de hatine minaqeşe kirin.

 

Nerîna min :