CivakRojev

Rewşa Kurdên Êzidî li Çiyayê Şingalê xirab e!

Parlamentera Kurd di parlementoya Iraqê de da xûyakirin ku; ji ber barandina berfa zê de li Herêma Kurdistanê û rewşa nebaş a hewayê, zêdetirî 700 malbatên Kurdên Êzidî li Kampa Serdeşt a li Çiyayê Şingalê di rewşekexirab de ne û divê demildest biçin hawara wan.

Viyan Dexîl di daxûyaniya xwe de dibêje: Ew malbat di dema êrîşa DAIŞê ya sala 2014an de mal û warê xwe hiştin û xaniyên wan di şer û êrîşan de wêran bûn û bê cih û rê mane, bi neçarî li devera Serdeşt a Çiyayê Şingalê bi cih bûne. Niha ew hemû bi berfê dorpêç bûne, tevî sermaya kujer û ba û bahoz, ji ber tunebûna pêwîstiyan jî dinalin, bi taybetî nefta spî û pêwîstî û cilûbergên zivistanê û xurek.

Herwiha da zanîn ku ew spasiya hemû rêxistinên xêrxwazî yên navxwe û navdewletî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dike û ji Hikûmeta Federal a Iraqê û îdareya xwecihî ya Neynewa daxwaz dike, berpirsyariya xwe li hember bi sedan malbatên ku jin û zarok û kesên bi temen asê mane, bi cih bînin û demildest alîkariyan bigihînin wan.

Viyan Dexîl tekez dike ku divê aloziya mezin were çareserkirin û aware vegerin deverên xwe, ev jî bi rêya cîbicîkirina profesyonel a rêkeftina Şingalê, ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatiye îmzekirin, ku dikarin bi rêya wê rêkeftinê, dawî li vê êş û janê bînin.

Tê zanîn ku ji ber rewşa ne asayî ya Şingalê û helwesta PKKê û Heşda Şeibî ev malbatên di kampa de jiyanek xirab dijîn nikarin vegerin li ser mal û cihên xwe. Herweha heta Pêşmerge li herêmê cih nebin û desthilata hukumeta herêma Kurdistanê li devera Şingalê pêknewê gelek zehmete ku ev malbat vegerin.

Back to top button