CivakRojev

Pişgiriya kampanya dersa Kurdî dike

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan, piştgiriya xwe bo kampanya zimanê Kurdî ragihand û got: “Ez piştgiriya kampanyaya zimanê Kurdî dikim.”

Li gor proseya berê dema dersên bijarte heta 21ê Çileyê bû û ev çend roj in ku li piraniya parêzgehan dibistan hatine girtin û xwendekaran nikarîbûn dersa dixwazin hilbijêrin û li ser medya civakî bi heştaga #seçmeliderssuresiuzasın (pêvajoya dersa bijarte bê dirêjkirin) dirêjkirina proseyê ket rojevê.

Li ser vê yekê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê jî roja Pêncşembê 20ê Çileya 2022an biryar da ku ji ber rewşa neyînî ya keşûhewayê proseya dersên bijarte heta 7ê Sibata 2022an bê dirêjkirin.

Alî Babacan, piştî biryara wezaretê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: “Dema serlêdana dersên bijarte heta 7ê Sibatê hat dirêjkirin. Ez piştgiriya handana zarokan bo Dersa Bijarte ya Zarava û Zimanên Zindî ku me sala 2012an bi hişmendiya mafan, li mufredatê (bernameya dersan) zêde kir û kampanya derbarê dersa Kurdî de dikim.”

Babcan li ser twîtta xwe du haştagên #KurdîHilbijêre û #DersaKurdî jî bikar anîne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku malbat û xwendekar dersa zimanê Kurdî hilbijêrin, ji gelek aliyan ve bang tê kirin û kampanya hatine destpêkirin.

Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersa bijarte hilbijêrin.

Back to top button