Nivîsar

Rewşa Iraqê û serxwebûna Kurdistanê

Eve ji demek zêdeye li Iraqê xwepêşandan hene. Xwepêşander doza xweşkirina mercên jiyanî li Iraqê dikin û dixwazin gendelî nemîne û pirsgirêkên bi salan kom bûne bêne çareserkirin. Xwepêşandan bersivek gelek tund ji hêzên ewlehiyê werdigirin, heta niha zêdeyê 500 kesî hatine kuştin û bi hezara birîndar hene. Dê dawiya van xwepêşandana bigihê kûderê û çi guhertinê li Iraqê de bikin bi zelalî nayê zanîn. Lê tiştek heye ku dê ev xwepêşandan Iraqê ber bi pêvajoyek nû ve bibin û ji bo Iraqê dibe mîladek.

Nirxandina rewşa siyasî li Iraqê babetek gelek berfirehe û gelek kes bawer dikin ku destkêşandina hukumetê ji kar dikare bibe çareseriyek. Pirsgirêkên Iraqê ne yê Îrone, ji sala 2003ê çûyina Sadam heta niha tu îstikrarek nehatiye Iraqê û destûra hatî çêkirin tu cara neketiye jiyanê de û kesekî jî guh nedaye destûrê. Bi awayek din Iraqê wek dewletekî nehatiye rêvebirin.

Li Iraqê 3 hêzên bingehî hene ku ew siyaseta Iraqê dîzayn dikin . Şîene, Kurdin û Sune ne.Heta niha her desthilat piranî di destê grubên Şîedene. Şîe di nava xwe de gelek alîne . Tê zanîn ku bandora Îranê li ser Iraqê geleke û heta radeyekî mirov dikare bêje ku Îran bandora xwe gelekî bi giranî li ser şîeyên Iraqê heye û ew siyaseta li Iraqê tê rêvebirin dihûnînin.

Gelo ev bê îstikaraiya hukumeta nawendî ya Iraqê û ev bûyerên ku çêdibin çi bandorê li Kurdistanê dike? ji bo Kurdan pirsa yekem eve û kurd mecbûrin xwe biparêzin û rê nedin ku ev bê îstikrarî bigihe Kurdistanê.

Herêma Kurdistanê federaliye. Lê Iraqk mercên federaliyê bi cih nayne. Ji bo vê yekê jî pirsgirêkên mezin navbera Bexda û Hewlêrê de hene. Dema Kurdistan federalîbe tiştên ku bikaribe bike jî bi sinorin.

Ji bo Kurdistan bikaribe xwe li himber problemên Iraqê heyî biparêze ji berî her tiştekî li himber Bexdayê divê yek deng be û yekrêziyek di nava xwe de ava bike. Bi hewldana serokê herêma Kurdistanê di vê derbarê de gav hatine avêtin û hemû aliyên Kurdistanî li ser maseyekî kom bûn û ev mijara girîng gotubêj kirin. Desthilat û opozisyon li Kurdistanê hemû jî behsa pêwistiya yekitiya Kurda dikin.

Ji aliyek din Eger Kurd bi biryarek radîkal xwe û Kurdistanê biparêzin dikarin konfederaliyekî di vê pêvajoyê de ragihînin. Tişta ku di van mercan de bikaribe Kurdistanê bi temamî ji bûyer û bê îstikrariya Bexdayê biparêze eve.

Îro belkî behtir kurd bihayê referanduma serxwebûna Kurdistanê fam bikin. Heta radeyekî eger konfederalî neyê ragihandin Kurd dikarin lêkolînekî ji bo peydakirina zemînê ragihandina serxwebûnê bikin. Rewşa Iraqê bi temamî têkherê dê hemû planên Amerika hevpeymaniya jî têkherin û ev yek Îranê bi hêztir dike. Hêzbûna Îranê li herêmê, dibe sedemek mezin ku Amerika li herêmê gelek tiştan ji destbide.

Îran li herêmê bi têkçûna rewşa Iraqê bi hêz bibe, Îsrail bi xwe jî dikeve di bin tehdîtek mezin de. Rêya ku bikaribe rê li vê xeteriyetê bigre û nehilê Amerika û havpeymanî di herêmê de aloz bibin û herweha tehdîta li ser Îsrailê kêm bike,ragihandina konfederalî yan jê serxwebûna Kurdistanêye. Îro weke doh dewletên ciran nikarin rê li statuya Kurdistanê ya bê ragihandin bigrin.Rewşa wan ne başe û wek doh ne bi hêzin.

8.11.2019

Dara Bilek

Back to top button