Polîtîk

Rêvebirê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Mustafa Doran Hate Desteserkirin

Rêvebirê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Mustafa Doran roja 15.08.2022yê  li Dêrika navçeya Mêrdînê ji alîyê polîsan ve hate desteserkirin.

Polîsên Emnîyeta Dêrikê roja 15.08.2022yê di saet 05.00ê sipêdê da li Dêrikê girtin ser mala yek ji damezranêrên PAKê  û endamê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê hevalê me Mustafa Doran.

Polîsên Dêrikê li mala wî gerîyan, dest danîn ser telefona wî û paşê hevalê me Mustafa Doran teslîmî hêzên Jandarmaya Mêrdînê  kirin.

Nuha hevalê me Mustafa Doran birine Fermandarîya Jandarma ya Mêrdînê.

Parêzerên partîya me pê eleqedar in.

Mustafa Doran li Dêrikê ye, mamoste ye, kesekî naskirîye û rêvebirekî PAKê ye. Em nizanin Mustafa Doran ji ber çi hatîye desteserkirin. Polîs û Jandarmayên Dêrikê  ne di nîvê şevê de û  ne ku bi girtina ser mala wî, di nava rojê da dikarîbûn bangî wî bikirina û bigotina îfadeyeke te heye.

Em vî şêweyê desteser kirina hevala xwe Mustafa Doran protesto dikin.Divê zûtirîn dem hevalê me bê berdan.

Em bangî Baroya Mêrdînê û hemû dezgehên mafê mirovan jî dikin ku di vê derbarê da hestyar  û eleqedar bin.

15.08.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê.

Back to top button