CîhanRojev

Li Surî êrîşê bingehê hêzên hevpeymanî kirin

Bingehê hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li Tinifê ya li sêgoşeya tixûbê Sûriye – Urdin û Iraqê bû armanca êrîşek bi Dron a.

Hevpeymaniya Navdewletî di derbarê êrîşa li ser bingehê wan hatî kirin de daxûyaniyek ragihand. Di daxûyaniyê de dibêje ku, tu xwisarek canî nebûye. Dronek di heva de hatiye ji navbirin û yek jî ketiye nava bingeh de û teqiyaye.

Fermandarê Erkên Hevbeş ên Hevpeymanan John Brennan di vê derbarê de got: “Êrîşên bi vî rengî jiyana sivîlên Sûrî yên bêguneh dixe metirsiyê. Em ê tedbîrên guncaw ji bo parastina hêzên xwe bistînin.”

Şik ewe ku ev êrîş ji aliyê milîsên Îgirêdayê Îranê ve hatibe kirin.

Back to top button