CivakRojev

Rêvebirê Asayişa Serzêrê hat kuştin

Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê li navçeya Amêdê ya Duhokê Xazî Salih bi guleyekê hat kuştin. Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku bi destê terorîstan hate şehîdkirin.

Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Salih îro Pencşemê 8ê Cotmeha 2020an dema ligel malbata xwe serdana gundê Gelîkê yê girêdayê Kanî Masê, rastî êrişa çend çekdarên nenas tê.

Xazî Salih di encama êrişa çekdarî de birîndar dibe û piştî birîndarbûna nexweşxaneyê tê veguhestin, lê tevî hemû midaxeleyên bijîşkî Salih ji mirinê rizgar nabe.

Kargêrê Şaxê 18ê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Amêdî Mûsa Kêsteyî dibêje, ku Xazî Salih di dema bêhinvedana xwe de bû.

Mûsa Kêsteyî derbarê bûyerê de got ku encamderên êrişê nehatine nasîn û hewiha sedem jî nayê zanîn lê wan dest bi lêkolînê kirine.

Birayê Xazî Salih jî ji Rûdawê re got, pirsgirêka wî ligel ti kesî nebû, tenê PKKê rojane gef li wî dixwar.

Ji aliy din Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir Salihu bi destê terorîstan hate şehîdkirin û ev demeke gefa kuştina wî dihate xwarin.

Di daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de tê gotin: “Mixabi êvariya îro saet derdora 17:30ê Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Salih li gundê xwe Gêlikê di encama êrişeke terorî de şehîd bû. Ev heyamek bû gefa kuştinê li wî dihat xwarin.”

Di beşeke din de hate gotin: “Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin. Teqez berpirsiyarên vê êrişê dê bi awayeke herî dijwar baca wê bidin.”

Rêveberê Asayîşa Deriyê Sînorî yê Serzêrê Xazî Salih 47 salî bû.

Deriyê Sînorî yê Serzêrê di navbera Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de ye. Gelîkê jî gundekî sînorî ye û ser bi navçeya Kanî Masê ye.

Back to top button