Hêzên rejima Suriye şevîdin devera Cebel Zaviye ku li ser Idlibê ye bombebaran kirin û herweha gelek fûze avêtin deverê. Li gora daxûyaniyan, kesekî jiyana xwe ji dest daye û 4 sivil ji birîndar bûne.
Têzanîn ku li navbera Tirkiye û Rusyayê de 5ê Adara 2020ê peymanek hatibû îmze kirin . Li gora vê peymanê navbera hêzên rejimê û hêzên opozisyinê ku Tirkiye pişgiriya wan dike agirbestek hatibû îmze kirin. Lê hinek caran hêzên rejimê êrîş birin ser deverên ku agirbest lê hatî ragihandin.
Wek din li Idlibê gelek bingehên çavderiyê yên Tirkiye hene û hêjmarek berbiçav efserên Tirkiye li deverê dimînin. Bi awayek din êrîşa ku li herêma Idlibê tê kirin wek êrîşek li ser Tirkiye tê hesibandin.
Ev êrîş îşareteke ku, peymana 5ê Adarê têk diçe û hêdî cardin devera Idlibê dibe qada şer. Tirsa Tirkiye ye herî mezin ewe ku, eger li Idlibê şerek çêbibe bi sedhezaran insan dê berê xwe bidin Tirkiye. Ji aliyek din ve Tirkiye mecbur dibe yan xwe bi temamî ji Idlibê vekişîne, yan jî li gel rejima Suriye û Rusya li ser axa Suriye bikeve di nava şerekî de.