Nivîsar

Evîndariya parlementeriyê prensibên siyasî binpê dike !

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê siyaset wek gelek cara ,cardin di qonaxek  tenk re derbas dibe . Nirxên siyasî roj bi roj têne guhertin siyaset dixetimê. Li himber vê yekê hinek akilmendin Tirk wek çareserî behsa demokratbûna Tirkiye dikin û hewldidin dengê kurda berxwe ve bînin. Ev senaryo gelek cara hatiye leyiztin. Di despêka van senaryoyan de bawerike xelkê re çêdibe ,lê piştî çend salan her tişt weke berê lê tê û xirabtir dibe.

Bi vê yekê ve girêdayî partiyên siyasî di nava xebatekî de ne. Desthilat ji bo desthilatiya xwe winda neke her leyiztikê dileyze û hewldide ku desthilatdariya xwe berdewam bike. Li himber vê yekê muxalefet senaryoyên ku bibe desthilat çêdike. Herdu alî jî behsa demokrasiyê dikin. Eve 18 salin desthilatdariya AKPê heye. Tayib Erdogan sistema ku dewleta Tirk li ser hatî avakirin bi awayekî hejand û sistema serokkomariyê avakir. Eve çend salin dewleta Tirk bi vê sistemê tê rêvebirin.Lê dixweyê ev sistem ser neketiye û eger muxalefet werê ser desthilatê gava yekem dê vê sistemê biguherê. Ji aliyê Tirkan ve rewş gelekî zelale. Aliyek ji bo desthilata xwe biparêze hewldide, û aliyek din ji bo bibe desthilat di nava hewldaneki de ye.

Lê tu carî behsa pirsa kurd û çareseriyê nakin, tenê ji bo di hilbijartinan de dengê kurda bistînin,di çerçova demokrasiya ku ew behsê dikin bi awayekî behsa kurda dikin. Ew pirsa kurda wek pirsek netewî nabînin .

Li welatên weke Tirkiye hêdî proje , bername û gotin derbas nabe, ji ber ku naverok valeye  û piraniya tiştên dibêjin bi tenê gotinê de dimîne. Her aliyek behsa demokrasiyê dike û idia dike ku dê rewşa xirab berbi başiyekî ve bibe. Lê herdu ali jî derewa dikin û behsa rastiya xwe nakin. Herdu alî jî li îtifaqa digerin, armanca tifaqa bi tenê zêdekirina dengane.  Bê guman hinek tifak eşkere û hinek jî weşartî têne kirin.

Li bakurê Kurdistanê , tevgera kurd jî ji aliyê xwe ve di nava leptekî de ye. Dema behsa hilbijartina tê kirin û daxwaziya endametiya parlementoyê di dilê hinek siyasetmedaran de dilepite gelek tişt têne guhertin. Prensîbên siyasî têne binpê kirin û xeyalên parlementoyê têne kirin.

Li bakurê Kurdistanê HDPê çend partiyên kurd bi navê îtifaqê li dora xwe kom kirine. Di rastiya xwe de ev ne tifaqê û tenê kombûna hinek aliyan ji bo berjewendiyên kesayetî li derdora HDPê ye. Heta mirov dikare bêje ku prensibên dehê salan ji bo vê yekê hatin binpê kirin. Aliyên ji derê vê tifaqa HDPê mayin  jî li gora xwe di nava lêgerînekî de ne.

Aliyên ji derê tifaqa HDPê dikarin li gora xwe li ser prensîbên netewî tifaqê kî avabikin. Ji aliyek din ve jî dikarin ew jî berê xwe bi awayekî bidin tifaqa HDPê.Ev wek ihtimalekî heye û dikare bibê jî. Eger berbi HDPê ve herin, dawiya xeta xwe ya netewî tînin û dikevin lepê HDPê de. Na eger li ser nirxên netewî xebata xwe berdewam bikin û li gora vê yekê li tifaqa bigerin dikarin bibin zemînek ji bo yekitiyek netewî li bakurê Kurdistanê.

Mixabin dema behsa hilbijartina tê kirin, gelek kesayetên siyasî di helwestên xwe de guhertina çêdikin û li rêya çûyîna parlementoyê digerin. Ev lêgerin dihêle ku kesayetên vê yekê dikin ji nirxên xwe winda bikin û ji bo postek siyasî ji dev hemû hêjahiyên xwe berdin.

Di mercên ku em têre derbas dibin rêveberiya HDPê ne xwediyê îradeya xwe ye. Nawenda biryara ne avahiya nawendiya HDPê ye. Biryar li Qendil e.

Gelek balkêşe ku rojeva siyasetê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, dibê demokratik kirina Tirkiye. Gerek baş bê têgihandin kurd tu cara nikarin demokrasiyê bînin Tirkiye û herweha ev ne karê kurdaye û ne jî ji kurda tê xwestin.

Erka sereke ya Kurda ewe ku ji bo destxistina mafên xwe yên rewa li ser xetek netewî siyasetê bikin. Milyonek sal din heta ku pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê neyê çareserkirin, demokrasî nayê Tirkiye. Ew mejiyên ku dibêjin, eger demokrasî bê Tirkiye dê pirsa kurd çareser bibe, pirsa kurd ji bo wan ne girîng e, û bi zanebîn ji bo kurda bi Tirkiye ve entegre bikin vê gotinê dibêjin.

Lê divê kurd jî tê bigihin û bêjin ku, heta pirsgirêka kurd li ser bingehek netewî li bakurê Kurdistanê neyê çaresekirin demokrasî tu cara ber Tirkiye ve jî derbas nabe. Dewsa hinek kurd ji bo demokratik kirina Tirkiye xebatê bikin, bila Tirk ji bo çareserkirina pirsa kurd li bakur xebatê bikin û kurd bigihin famê xwe, daku demokrasîyek rasteqênî bê Tirkiye û Tirk jî wek gelek welatên cîhanê tama demokrasiyê bibînin.

9.10.2020

Dara Bilek

Back to top button