Reuters: Bexda li hember Hewlêrê sernakeve
Hikûmeta Iraqê hewl dide, rê li firoştina nefta Herêma Kurdistanê li bazarên cîhanê de bigre, lê belê şandina nefta Herêma Kurdistanê berdewame û heta niha jî nefteke zêde li bendera Ceyhan hatiye komkirin.
Li gor raporeke Reuters Hikûmeta Iraqê hewl dide nehêlê nefta Herêma Kurdistanê li bazarên cîhanê de bê firotin, her wiha dixwaze wan kompanyayên neftê ku li lîsta kiryarên nefta Herêma Kurdistanê ne bilok bike, lê belê şandina neftê ya bendera Ceyhan berdewame û niha gelek neft li bendera Ceyhan hatiye komkirin.
Rapora Reuters dide zanîn, Bexda dixwaze rê li serbixweyiya aboriya Herêma Kurdistanê bigre, ji ber ku wiha dizanê her ew mafê şandina newtê heye, lê belê ew karê Bexda Kurdan xav nekiriye û eve saleke rojane 60 hezar bermîl dişîne derve û berê jî 30 hezar bermîl li Londonê bi kompanyayekî Elmanî hatibû firotin.
Reuters li rapora xwe de balê dikşîne li ser wê yekê ku êrîş û tehdîdên Bexda tu encameke xwe nebûye ji bo wê yekê bi baweriya şarezayan Bexda li vê hewla xwe de sernakevê.