Hişam Zaman carek din xelata fîlmê wergirt
”Name ji bo melîk” (Letter to the king), navê fîlma Hisham Zaman e ku cara dûyem xelata bakûr ya Festîvala Fîlman ya Göteborgê, Dragon Award Best Nordic Film, wergirt. Hisham Zaman kurd e û li Norwecê dijî.
Fîlma Name ji bo melîk li ser komekî penaberên kurd li Norwecê ye ku ji kampa penaberan bi rê dikevin û têne peytext Osloyê. Li wir penaber daxwazên xwe yên dawî bi rêkirina nameyek ji melîkê norwecî re pêşkêş dikin.
Şîroveya jûrîya 37:mîn Festîvala fîlman ya Göteborgê:
Xelatgirê salê yê Dragon Award Best Nordic Film fîlmek wisa ye ku behsa jêrçandeke jibîrkirî dike. Ew behsa wan mirovên li derveyê civakê dijîn dike, mirovên ku li axek bê xelk asê mane. Ev fîlm di portrekirina însanîyetê de hem tije empatî ye û hem jî gelekî samîmî ye. Di fîlmekê de behskirina gelek rol û fîgûran karekî gelek zehmet e û em li hevanîna çîrokên cûda û yekkirina wan gelekî diecibînin.
Hisham Zaman sala çûyî jî heman xelatê bi fîlma xwe ya bi navê ”Berîya berv bikeve” (Before snowfall) wergirtibû. Dîyarîya xelatê milyonek kron e, yek ji dîyarîyên herî mezin ya cîhana fîlmê.
Bi ya Emma Engström, nûçegihana redaksîyona çandê ya Radyoya Swêdê, sebebê ku fîlmên ji Norwecê van sisê salên dawî li festîvala Göteborgê xelat wergirtine ew e ku Norwec her sal gelekî pare dide xebatkarên fîlmê û vê yekê niha encamek baş daye.(Zeyale)