Rehma xwedê li PDK Bakur be

Rêbaza Barzanî berxwedan e, Kurdayetî ye, Kurdistanîbûn e. Ne teslîmîyet e, ne rev û xweveşartin e, ne tiralî, nankorî û zimandirêjî ye. Heger bi rastî hûn xwe sermiyan û parêzerên PDK û cangorîyên wê dibînin, heger birastî hûn xwe nûnerên Rêbaza Barzanî dibînin, ji bo serketina erk û xalên wê rêbazê bixebitin.

Nûrî Çelîk

Piştî kujtina herdu Saîdan, tevgera netewî ya Bakurê Kurdistanê darbeyek mezin xwar û Kurdên Bakur brîndar bûn. Trajedîya herdu Saîdan bû sedemê parçebûn û parçekirina Kurdên Bakur û ev kultura malxirab heta îro jî didome.Piştî Faîk Bucak û bi taybet piştî kujtina Saîd elçî, TKDP bi ser xwe ve nehat û ji bin sîwana siyaseta bi îcazet û wesayeta PDK Başûr derneket, azad û serbixwe nebû. Ev yek bû sedema ku heta îro jî PDK Bakur nikaribe bi îrada xwe siyasetek serbixwe bimeşîne.

Ji ber vê yekê, PDK Bakur her ku çû seqet bû, qop û lenger bû, nexweş ket û ket haletê mirinê. Îro PDK Bakur bi nexweşîya pençeşêrê û Vîrûsa Corona ketiye û bi vî halê xwe tu derzî û derman jî nikarin wê rehet bikin. Parçebûna wê, parçekirina wê, rêvebir û kadirên wê yên kêsperest, berjewendperest û nankor êdî nikarin PDK Bakur zindî bikin û ruhê Saîd Elçî û cangorîyên wê şad bikin.Heger em xebat, ked û fedakarîya salên 1977-1980 jê derxin, PDK Bakur û kesên ku xwe wek sermiyan û axayên PDK Bakur û Rêbaza Barzanî dibînin li Bakur tu gavek berbiçav û erênî ne avêtine. Heger em xebat, fedakarî û tevgera KUKê jê derxin, TKDP ango PDK Bakur ji bo pêşketin, hişyarkirin û birêxistinkirina Kurdên Bakur deh kevir dananîne ser hev. Her çiqasî bi devkî Kurd û Kurdistanî bin, xwe wek sermiyan û parêzvanên Rêbaza Barzanî didîtin û bibînin jî, di emel û kiryarên xwe de, di qada xebata çalak de tunebûn û îro jî tunene.

Di gotin û zimandirêjîyê de pêşmerge bûn, lê di kirin û kiryarê de paşmerge bûn û îro jî paşmerge ne. Ne li pêş lê li paş mane. Heger ne bi xêra PDK Başûr û Barzanîyan be, belkî nikarîbin li Bakur siyasetê jî bikin. Hebûn û nebûna wan, sermiyan û mîrata wan PDK Başûr û Barzanî ne. Heger ev sermiyan û mîrat ji destê wan derkeve, belkî xwedî li Kurdayetîya xwe jî dernekevin û belkî tukes wan wek şivan û gavanên gund jî li cem xwe nexebitîne.Vê dawîyê me hewl da ku em hemû parçeyên PDK Bakur bikin yek û li Bakurê Kurdistanê hêvîyekê bidin milletê Kurd. Lê mixabin em bi ser neketin. Xêrnexwaz, nankor û berjewendperestên ku grûpçîtî û partîtîyê di ser berjewendîyên Kurdistanê re digrin rê li ber girtin û em xeyalşikestî kirin.

Ew kes û alîyên ku ji roja roj de ji PDK Bakur û Rêbaza Barzanî re kevirek dananîne ser hev, dîsa pişta xwe dan hinek kes û dezgehên Başûr û dest bi çîrokên berê kirin. Ew kesên ku qaşo li ser navê PDK û Rêbaza Barzanî doh dijminatîya KUK û KUKçîyan dikirin, ji bo yekîtî çênebe îro jî wan çîrokên berê dubare dikin û dijminatîya KUKê dikin. Ew nankor û bêwefa ji bîr dikin ku KUKê bi xebat û fedakarîya xwe PDK Bakur û PDK Başûr rûspî kir û heger di dîroka PDK Bakur de xebat û tekoşînek rasteqîn çêbûbe jî bi saya serê KUK û KUKçîyan çêbûye. KUKê ruhê TKDP ango PDK geş kir, xurt kir, di hemû gund û bajarên Bakurê Kurdistanê de xwe hûna û ruhê Rêbaza Barzanî zînde kir.

Gava zimandirêj û tiralên PDK dijberî û neyartîya KUKê dikirin, KUKê xwe da ber barê Qiyada Muweqet û li ber barê PDK Başûr û Barzanîyan rabû. Heger ne ji piştgirî û fedakarîya KUKê ba, belkî Qiyada Muweqet bi ser neketa û belkî îro PDK Başûr ne di rewşa îro de ba. Li şûna ku hûn dijminatî û zimandirêjîya KUK û KUKçîyan bikin, divê we spasîya wan bikira. Li şûna ku hûn neyartîya KUKê dikin, herin KUKê ji serok Barzanî û rêvebirên Qiyada Muweqet bipirsin.Kes û grûpên ku navê PDK Bakur li xwe kirine û qaşo xwe wek sermiyan û parêzerên Rêbaza Barzanî dibînin, ji bo li Bakur destê xwe nexin bin kevir û bedel nedin, xwe di bin şîwana PDK Başûr de vedişêrin û ji bin wê sîwanê dernakevin. Ji bo ku nikarin û naxwazin li Bakur tevgerek netewî û Kurdistanî xurt bibe yan jî xurt bikin, ji hezar golê avê dikşînin û bi mahne û çîrokên berê ji xwe re sedeman dibînin.

Ev yek bêguman hem li hesabê PDK Bakur û hem jî li hesabê hinek kes û grûpên nava PDK Başûr jî tê. Têkilî û berjewendîyên wan yên bi dewleta Tirk re rê nade yekîtî û xurtbûna tevgera Kurdên Bakur. Ji ber vê yekê, li şûna ku PDK Bakur bikin yek partî û tevgera netewî li Bakur xurt bikin, giranîya xwe didin piştgirîya PKK û HDP a ku netew-dewletê ji Kurdan re heram dibîne û Kurdan roj bi roj di nav sînorên dewletên dagîrker de asîmîle û tune dike. Ev ne Rêzaba Barzanî ye.

Rêbaza Barzanî berxwedan e, Kurdayetî ye, Kurdistanîbûn e. Ne teslîmîyet e, ne rev û xweveşartin e, ne tiralî, nankorî û zimandirêjî ye. Heger bi rastî hûn xwe sermiyan û parêzerên PDK û cangorîyên wê dibînin, heger birastî hûn xwe nûnerên Rêbaza Barzanî dibînin, ji bo serketina erk û xalên wê rêbazê bixebitin. Bi xwezî û xewn û xeyalan Rêbaza Barzanî bi ser nakeve.Werhasilî kelam; wek dibêjin, EM BI VÊ QÛŞÊ NAGIHÊN MÛŞÊ!PDK Bakur jî bi vê rewşê, bi van kadir û rêvebiran, bi vê helwest û siyasetê dernakeve ji gom û hewşê..Rehma xwedê li PDK Bakur be.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: