Rikeberîya sereke ya Tirkîyê jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona serokomarê welêt Recep Tayyîp Erdogan rexne dike.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu Twittera xwe de daxûyaniyek belav kir û dibêje ku, berpirsê zêdebûna pêketinên vîrusa korona Erdogan e.
Kiliçdaroglu di daxûyaniya xwe de dide xûyakirin ki, kongreyên AKPê yên girsehî bû sedema belavbûna vîrusa koronayê. Kiliçdaroglu dibêje: Te zerer da aborîya gel ne bes bû, tu êdî dixwazî canê wan jî jê bistînî .
Tirkîye di rojên dawî de bi hejmara pêketinên vîrusa korona rekorên xwe dişikîne.
Li gor agahîyên dawî yên Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê di 24 saetên dawî de 55,941 kes bi vîrusa korona ketine û 258 kes bi wê mirine.