PKK bi piştevaniya Heşdî Şabî li Şingalê maye

Herçend dema artêşa Iraqê dabû PKKê ji di çarçoveya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser Şingalê ji Şingal û dorûbera wê derkeve temam bûbe jî PKK li Şingalê ye û ji bajêr û dorûbera wê dernakeve.  

Berpirsê Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê Qadir Qaçax, ji BasNewsê re axivî û da zanîn PKK bi piştevaniya Heşdî Şabî li Şingalê ye. Herwiha Qadir Qaçax dibêje PKK di çarçoveya rêkeftina Bexda- Hewlêrê de ji Şingalê derkeve ji %80ê xelkê penaber ê Şingalê ku niha li Herêma Kurdistanê ne wê vegerin ser mal û halên xwe.

Herwiha Qadir qaçax,  dibêje PKKê çekên Heşdî Şabî wergirtine û meaş ji Heşdî Şabî wergirtine û bi çekên Heşdî Şabî arîşeyan ji bo Herêma Kurdistanê saz dike.  Roja 09-10-2020ê Hewlêr û Bexda li ser rewşa asayîkirina Şingalê lihevdû kiribûn û xalên rêkeftina Şingalê wiha ne:

1- Babeta Îdarî:

a- Dê qeymeqamekî nû ji bo Şengalê bê hibijartin.

b- Piştî destnîşankirina qeymeqamê nû, komîteya hevbeş tê pêkanîn, ji bo pêdaçûnê di pêgehên îdar yên din de bike.

2- Babeta Ewlehiyê:

a- Polîsa Nevxweyî û dezgehên Asayişa Niştimanî û Hewalgirî bi berpirsatiya parastinê di nava qezayê de radibin û hemû grûpên çekdar ên din ji bo derveyî qezaya Şingalê tên derxistin.

b- Bihêzkirina ewlehiya wê qezayê, bi rêya tayînkirina 2.500 kes di nava Hêzên Ewlehiya Nevxweyî li Şingalê de.

c- Bidawîkirina hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê û li navçeyên derdora wê. Herwiha nabe ti rola grûpên ser bi wê jî li wê herêmê hebe.

3- Babeta Avadankirinê:

Komîteyeke hevbeş ji Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevrêziya ligel îdareya xwecihî li parêzgeha Neynewayê ji bo dubare avedankirina Şingalê tê avakirin.

4- Ji bo şopandina xalên di Babeta Îdarî û Ewlehiyê de hatine, komîteyeke meydanî ya hevbeş ji aliyên pêwendîdarên her du aliyan tê avakirin, ji bo çavdêriya cibicîkirina xalên rêkeftinê bikin

Nerîna min :