REFERANDÛMA SERXWEBÛNÊ GAVEK DÎROKÎ YE!

Di 7ê hezîrana 2017an de, serokê herêma Kurdistanê bi alîyên siyasî yên herêma Kurdistanê û nûnerên pêkhatiyên herêma Kurdistanê civîya û di vê civîna dîrokî de biryara referandûma serxwebûnê ya 25ê îlona 2017an hate girtin. Di vê civînê de, biryar hate girtin ku di roja 25ê îlonê de hem li herêma Kurdistanê û hem jî li deverên derveyî îdareya herîma Kurdistanê referandûm bê çêkirin.

Zinar Soran

Îro salvegera çaran ya referandûma serxwebûna Kurdistanê ye. Di dîroka Kurdistanê de, cara yekem bû ku miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, li ser beşekî axa bav û bapîran bi awakî demokratîk û azad bawerî û helwesta xwe ji bo pêşeroj û qedera xwe ya desthilatdarîyê diyar kirin. Ev bûyerek gelekî girîng û dîrokî ye.

Ji bo girîngî û taybetîya referandûma Serxwebûnê, divê mirov hinekî li ser pêvajoya wê bi hûrgilî raweste û ji bo pêşerojê dersên pêwîst jê derxîne

Berî serkokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî û partî û rêxistinên Kurdistanê biryara referandûma serxwebûnê bidin; ji bo bi destxistina piştgirîyek xurt û berfireh bi dest bixînin, gelek hewildan û hevdîtin bi partîyên siyasî û karbidestên dewleta Iraqê, Emerîka, Fransa, parlementoya Yekitîya Ewrûpa, hinek welatên din, siyasetmedar, dîplomat û  kurdên diyaspora re yên cihêreng re pêk anîn.

Bi munasebeta vê roja pîroz, “roja serxwebûnê” ez dixwazim bi kurtayî be jî li ser kronolojî û pêvajoya hewldanan û amadekarîya referandûmê rawestim.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî, bi heyetek ji gelek nûnerên partî û tevgerên Başûrê Kurdistanê di 5ê adara 2015an de serdana Emerîkayê kir û bi serokê Emerîkayê Barack Obama û cigirê wî Joe Biden ku îro serokê Emerîkayê ye, li Qesra Spî civînek çêkir. Di vê civînê de ambasadorê Emîrakayê yê Iraqê û hinek şêwirmendên Qesra Spî jî beşdar bûn. Di wê civînê de, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî behsa rewşa Iraqê û Başûrê Kurdistanê, helwesta siyaseta dewleta Iraqê ya li hemberî kurdan, zilm, zordarî û enfalên hatine serê kurdan, pirsgirêkên bi desthilatîya Iraqê, helwesta wan ya li dijî pêkanîna Qanûna Esasî ya Iraqê û cîbicînekirina madeya 140î, metirsîya êrîşên Daîşê, binpêkirina mafên hukûmeta federal ya herêma Kurdistanê dike. Piştî van agahdarîyan ew li ser meseleya serxwebûna Başûrê Kurdistanê diaxivin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî, diyar dike ku êdî ew nikarin bi vî awayî bi dewleta Iraqê re berdewam bikin.

Barack Obama jî di axavtina xwe de dibêje ku “min li ser kurdan xwendîye û ez agahdarî tarîxa kurdan, xebat û zahmetîyên miletê Kurdistanê me. Ez niyet û daxwazên miletê Kurdistanê ji bo serxwebûnê fêm dikim û bextewarim ku ji we dibihîzim ku bijareya we ya pêşîyê remaliştin û nehiştina Daişê ye. Dosya kurdan û Iraqê di destê cigirê min Joe Biden deye. Hûn dikarin vê meseleyê bi wî re biaxivin”.

Di 6ê adara 2015an de serokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî dibe mêvanê cîgirê serokê Emerîkayê Joe Biden. Ew bi hûrgilî li ser tarîxa kurdan ya hevbeş bi Iraqê re, û meseleya serxwebûna Kurdistanê sohbet dikin. Joe Biden jî bi hûrgilî behsa nerînê Emîrîkayê di derheqê serxwebûna Kurdistanê, problem û alozîyên Rojhilatanavîn dike û di dawîya axaftina xwe de dibêje ku “ez û tu, em herdu dê di temenê xwe de, bi çavên xwe serxwebûna Kurdistanê bibînin.”

Serokê Herîma Kurdistanê di wê serdana xwe de, bi wezîrê parastinê Ashton Carter û hinek endamên Kongreya Emerîkayê re dicive û li ser meseleya serxwebûna Kurdistanê diaxivin. Piştî wê, ew bi serokê Odeya Ticaretê ya Emerîkayê, hinek akademîsyen û berpirsiyarên medyayê û diyasporaya kurdan ya li wî welatî re hevdîtinan çê dike. Li gorî aghadarîyên serokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî diyar dike, di wan hevdîtina de, yek ji wan kesan bi tenê jî nabêjin ku em li dijî referandûmê ne. Tenê ew pirsa dema wê dikin.

Piştî vegera ji Emerîkayê, Mesûd Berzanî di 18ê adara 2105an de, bi alîyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê re rûdinê û ji wan re behsa hevdîtinên xwe yên li Emerîkayê dike. Hemû alî diyardikin ku ew piştgirîya vê prosesê û pêvajoya serxwebûnê dikin.

Di 29ê îlona 2016an de, di dema Daiş rûbirûyî şkestinan dibe, serokê herêma Kurdistanê teva heyeteke bilind Bexdadê ziyaret dike. Di vê serlêdanê de, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, gelek şexsiyetên iraqî û serokên grûpên siyasî yên iraqê dibîne û li ser rewşa Iraqê û kurdan gotûbêjan dikin. Mesûd Berzanî di van hevdîtinan de diyar dike ku “werin em çareyekê ji vê rewşê re bibînin. Ya bila şirîkatî bête bi cih kirin yan jî em bi awakî aştîyane bibin du bira û du cîran.”

Di şer û operasyona li dijî Daişê de, lehevkirinek di navbêna herêma Kurdistanê ya Federal û Hukûmeta Iraqê de hebû ku piştî azadkirina Mûsilê, wê hêzên pêşmergeyan vegerîyana xeta berî 17ê cotmeha sala 1916an. Pêşmergeyan şer kirin xeta parastina Daişê şikenandin û kilîta Mûsilê da destên hêzên iraqî. Ango bi temamî pêbendî li hevhatin û peymanê man. Lê Heşdê Şabî û hêzên Iraqî ev lihevhatin bin pê kirin û ji hêzên pêşmergeyan xwestin ku ew vegerin sînorên 2003an. Sînorên 2003an, sînorên di navbêna rejîma Beasê û peşmergeyan de bû ku ne sînorên siyasî û îdarî bû.

Plana Heşdê Şabî û hêzên Iraqî ew bû ku Şingalê û deverên din yên madeya 140î ku çar sal bûn pêşmergeyan bi xwîna xwe diparastin, ji destên pêşmergeyan paş de bigrin. Weha diyar dibû ku armanc û plana esasî ya Hêşdî Şabî û hêzên iraqî ew bû ku piştî azadkirina cihên di destê Daişê de, ew Kerkûkê ji destên pêşmergeyan derxîne.

Di wê demê de, krîza siyasî û nêvxweyî ya li herêma Kurdistanê berdewam dikir û ev rewş li pêşîya yekitî û hevahengîya nava hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê astengek gelek mezin bû. Loma jî hinek alîyên siyasî li dîjî enîya referandûma serxwebûna Kurdistanê helwest girtin. Lê belê piştî wan hemû amedekarî, hewldan, hevdîtin û piranîyek mezin yên hêzên siyasî û piştgirîya kurdên her çar perçeyan û yên diyasporayê, êdî divîyabû xelkê Kurdistanê bi xwe û bi awakî azad û demokratîk biryara xwe li ser çarenivîsa xwe bide.

Di 7ê hezîrana 2017an de, serokê herêma Kurdistanê bi alîyên siyasî yên herêma Kurdistanê û nûnerên pêkhatiyên herêma Kurdistanê civîya û di vê civîna dîrokî de biryara referandûma serxwebûnê ya 25ê îlona 2017an hate girtin. Di vê civînê de, biryar hate girtin ku di roja 25ê îlonê de hem li herêma Kurdistanê û hem jî li deverên derveyî îdareya herîma Kurdistanê referandûm bê çêkirin. Ango, hemû alîyên di civînê de bi yekdengî eşkere kirin ku divê referandûm li Kerkûkê û deverên din yên madeya 140î de jî bê kirin.

Herweha, di vê civînê de biryar hate girtin ku Konseya Bilind ya Referandûmê di bin serokatîya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî de bê avakirin û di nav pênc rojan de hemû partî nûnerên xwe yên ji bo vê Konseyê dest nîşan bikin. Rêxistin û tevgerên ku protokola vê civînê îmza kirin ev bûn:

  • Partîya Demokrat ya Kurdistanê
  • Yekitîya Niştimanî ya Kurdistanê
  • Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
  • Bizûtnewaya Îslamî ya Kurdistanê
  • Hizba Komunîst ya Kurdistanê
  • Hizba Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê
  • Hizba Zahmetkêşên Kurdistanê
  • Partîya Kirêkar û Rencderên Kurdistanê
  • Partîya Çaksazî Pêşkewtû ya Kurdistanê
  • Lîsta Hewlêrê ya Turkmenî ya Iraqê
  • Partîya Geşepêdana Turkmenan
  • Lîsteya Ermeniyan li Parlementoya Kurdistanê
  • Bizûtneweya Demokratîk ya Aşûrî
  • Encûmena Gelê Kildan Siryan Aşûr.

Piştî vê civîne, serokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî di 8ê hezîrana 2017an de, bi “fermana herêmê” ya reqema 106an biryara pêkanîna referandûmê derxist ku referandûm di 25ê îlona 2017an de çêbibe.  Herweha bi vê biryarê, Komisyona Bilind ya Hilbijartinan û Rapirsiyê ya herêma Kurdistanê ji bo bicihkirina vê fermanê, destnîşan kir.

Biryara referandûmê kelecanek gelekî mezîn di nav kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û kurdên diyasporê afirand, hestên gelê Kurdistanê yên neteweyî û daxwaza serxwebûnê gîhaşt qada herî bilînd. Gelek xwepêşandan û civînên piştgirîya referandûmê hem li Kurdistanê û hem jî li dervê welêt hatin li darxistin. Bi hezaran kurdistanî û gelek dost û hogirên kurdan ji bo bibin şahidên vê roja dîrokî ber bi Başûrê Kurdistanê û bi taybetî ber bi Hewlêra paytext herikîn.

Lê her ku roja referandûmê nêzîk bû, gelek dewletên ku tu helwestek li dijî referandûma serxwebûnê nîşan nedabûn û hinek dewletên ku weke piştgirên doza Kurdistanê dihatin didîtin jî dest bi zixt û guvaştên dijwar kirin ku miletê Kurd û kurdistanî dev ji daxwaza referandûma serxwebûnê berdin ya jî  paşde bixînin. Lê teva van zext û guvaştan jî miletê Kurd û kurdistanîyan referandûm di roja xwe de, ango di 25ê îlonê de pêk anî.

Referandûma serxwebûnê, bi coş û serketinek gelek mezin pêk hat. Ji % 93ê miletê Kurd û kurdistanîyên Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûna Kurdistanê gotin erê!

Pişî wê serketina referandûma Kurdistanê, dewletên kolonyalîst ketin nav tevger û hazirîyek mezin ku desthilatîya Herêma Başûra Kurdistanê dorpêç bikin û wê ji holê rakin. Helwesta Emerîkayê û hinek dewletên ku hevî ji wan dihate kirin ku piştgirîya referandûmê bikin jî kês û firsendek taybetî xiste destên karbidestên şovenîst yên dewleta Iraqê. Dewleta Iraqê li dijî qanûna esasî ya dewleta Federal ya Iraqê gelek biryarên yekalî girt û Herêma Kurdistanê xist nav dorpêçek gelekî dijwar.

Piştî wê ambargo û dorpêçkirinê, bi îxaneta hinek hêzên kurdî yên nav Yekitîya Niştimanî Kurdistanê, bi alîkariya Tirkîye û Îranê û çavlêgirtina Emerîka, Îngîlîstan û hinek dewletên emperyal, hêzên dewleta Iraqê û Heşdî Şebî bi çekên giran û herî modern yên Emerîkayê êrîşî ser hêzên pêşmergeyan kirin. Di encama vî şerî de, di serî de Şingal û Kerkûk, beşekî mezîn yên erdê Kurdistanê ku bi xwîna pêşmergeyan hatibû rizgarkirin, ji nuh ve hate dagîrkirin. Di serî de Emerîka û Îngilîz, gelek dewletên emperyal jî çavên xwe ji vê dagerkerîyê re girtin û ne bi awakî rastersat be jî piştgirî û alîkarîya vê dagirkerîyê û neheqîyê kirin.

Divê tevgera rizgarîxawazîya Kurdistanê vê bûyer û karesta malkabax bi taybetê binirxîne; li ser jar û hejarîya yekahengî, yekitî û bêtifaqiya hundurî, hejarîya hişmendîya neteweyî, yeknekirina hêza pêşmergeyan, îxaneta hundirî, kêmanî û xemsarîyên desthiladarîya Herêma Kurdistanê bi hûrgilî raweste, encam û dersên pêwîst jê derxîne.

Teva hemû tiştî û van bedelên mezin, referandûma serxwebûna Kurdistanê ji bo miletê Kurd û kurdistanîyan bûyerek dîrokî û rojek pîroz e. Divê miletê Kurd û kurdistanî li referandûma serxwebûna Kurdistanê xwedî derkevin û wê weke tapû û seneda Kurdistanê bibînin!

Nerîna min :