Eve çend Rojin Rusya li Idlibê deverên hinek hêzên ku Tirkiye pişgiriya wan dike bombebaran dike. Herî dawî Balefirên Rusya êrîşê hinek deverên Efrînê kirin û cih û baregehên hinek gurubên ku Tirkiye poşgiriya wan dike bombebaran kirin.
Li Tirkiye ev bûyer gelek nakevin rojeva siyasî de, taybetî medya nêzikî desthilatê bêdeng e. Sedemek bingehîn ewe ku,dê dawiya vê mehê hevditinek di navbera Putin û Erdogan de pêkwerê. Hertişt hiştine hêviya vê civînê.Erdogan 29ê Îlonê serdana rusya dike.
Lê êrîşên Rusya ji berî vê civînê wek peyameke ji bo Tirkiye.
Wezîrê derve yê rusyayê Sergey Lavrov di konferansek rojnemevanî de, bû muxatabê pirsekî. Ji Lavrov pirsîn: “ Ji bo li Idlibê rewşek aram bidume di navbera Rusya û Tirkiye de peymanek heye. Niha jî Putin û Erdogan dê hevdîtinekî bikin ji berî vê hevdîtinê sedemê ku Rusya êrîşê Idlibe dike çiye? Gelo ji bo rojhilatê Firatê tu li hevkirin di navbera Rusya ê Amerikayê de çûbûne?
Lavrov bersiva vê pirsê de dibêje: “ Ji bo rewşa idlibê di navbera serokê Rusya ê serokkomarê Tirkiye de peymanek taybet heye. Muxatabên me yên Tirk erka ku rêxistinên terorist jirêxistinên opozisyona normal ên Suriye veqetînin girtin ser milê xwe. Gerek Tirkiye ev yek ji zû ve pêkanîbûya,lê gelek paş ketiye û hêdî rêve diçe.”