PolîtîkRojev

ENKS karên tirsenok şermezar dike

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kiryarên “Ciwanên Şoreşger” ên li dijî xwe şermezar kir. ENKSê li Almanyayê jî êrîşa li ser xwepêşanderan protesto kir.

Li ser ENKSê, duh 24ê Îlona 2021ê li dijî bilindkirina nirxê sotemeniyê, buhabûna kelûpelan û girtina endam û alîgirên ENKSê, xwepêşandan li çend bajar û bajarokên Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatin li darxistin. Lê di xwepêşandana Qamişlo de alozî derketin, û hejmareke endamên rêxistina Ciwanên Şoreşger êrîşî xwepêşanda ENKSê kirin.

ENKS di derbarê êrîşên Ciwanên Şoreşger de, daxuyaniyek da û têde ragihand ku “Ciwanên Şoreşgêr ku ala PKKê hildabûn, bi dar û kevir û teqemaniyan êrîşî xwepêşanderan kirin û di encamê de hejmareke xwepêşander birîndar bûn û zerarên maddî gihiştin mal û milkê xelkê.”

“Gotinên xirab li ser ofîsan hatin nivîsandin”

ENKSê herwiha dibêje: “Di berbanga sibehê 25ê Êlûna 2021an, çekdarên bi ser PYDê ve, li ser dîwarê nivîsgeha PDK-Sê ya rojhilatî Qamişlo  û dikanên derdora ofîsê silogan û gotinên xirab û îxanetê nivîsandibûn. Herwiha tê zanîn ku ev ne cara yekem e ku çekdarên bi ser PYDê ve, kiryarên bi vî awayî pêk tînin ji revandina endam û alîgirên ENKSê û êrîş û şewtandina ofîsan dikin.”Gotinên xirab li ser ofîsan hatin nivîsandin

Hêjaya were gotin ku piştî xwepêşandanên ku ji aliyê ENKSê ve hatibû ragihandin duh roja 24ê Îlonê , di derbarê vê yekê de îro bi boyaxa reş li ser dergehê ofîsê û logoya partî û alaya Kurdistanê gotinên xirab nivîsandibûn.”

ENKSÊ herwiha dibêje dibêje wan û Rêxistina Aşûrî ya Demokrat nameyek radestî berpirsên ofîsa Neteweyên Yekbûyê kirin li Qamişlo, piştî xelk vegeriyan melên xwe, grûpeke serçavgirtî yên ser bi PYDê ve welatîyên bi navê Ziyad Mihemed Şerîf ji cihê karê wî li bazara Qamişlo revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

ENKSê wan kiryarên “Ciwanên Şoreşger” şermezar dike û dixwaze girtî û revandî di zûtirîn dem de bêne azadkirin û dibêje êrşên wiha wan natirsînin.

Li Almanya li bajarê Dusseldorf, li dijî êrîşên duh yên Ciwanên Şoreşer li bajarê Qamişlo, xwepêşandanek bi pêşengiya “Komeleya Buhara Kurd” li pêşiya konsolxaneya Amerîka hat sazkirin.

Xwepêşanderan ku Ala Kurdistanê rakiribûn ji berpirsên Amerîkî xwestin “rê li ber kiryarên revandin û binpêkirinên Ciwanên Şoreşger bigire.”

Herwiha, kesên ku di xwepêşandana Dusseldora Almanya de beşdar bûne, PYD bi wan êrîşan tewanbar kirin û gotin ku “çekdarên Ciwanên Şoreşger ser bi PYD ve ve û ji ber ku Amaerîka wê deverê hikum dike, jê tê xwestin ku rê nedin binpêkirinên li rojavayê Kurdistanê.”

Back to top button