CivakRojev

Civîna li Hewlêrê bi tu awayekê nêrîna Herêma Kurdistanê nîne

Serokayetiya Herêma Kurdistanê di derbarê civîna ku doh bi navê “Elselam Walastrdad / Bi Îsraîlê re asayîbûn” li Hewlêrê hatibû pêkanîn de, ji bo Raya Giştî daxûyaniyek ragihand.

Daxûyanî:

Di derbarê civîna ku roja 24.09.2021 bi navê (Elselam Walastrdad) li Hewlêrê hatibû encamdan û karvedana wê civînê de, radigihînîn ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi tu awayekê agahdarî civînê û naveroka babetên wê nebû û ewê li civînê de derketiye, bi tu awayekê nêrîn û siyaset û helwesta Herêma Kurdistanî nîne.

Dûpat dikîn ku her behs û helwest û ber bi peywendî bi siyaseta derve ve hebê, li gor destûr desthilata Hikûmeta Federaliye û Herêma Kurdistanê li vî derbarî de bi tevahî pêgirî siyaseta derveya Iraqe.

Daxwaz ji hemû aliyan û hêzên Iraqî dikîn babetê aramtir werbigrin û em hemû çaverêya encama lêkolînê bîn ku ji aliyê Wezareta Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve birêve diçê.

Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê

25.09.2021

Back to top button