Civak

Referanduma li Başûrê Kurdistanê

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, projeyekî ji bo dengdana elektronîkî amade dike. Kartên dengdana serxwebûnê dê bi 4 zimanan werin çapkirin.Roja 8ê Hezîrana 2017ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo sazkirina referandûma Başûrê Kurdistanê ferman derxist û daxwaz ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir, kirk u amadekariyan bike û ji bo kurdên li derveyî welat jî bikarin beşdar bibin, kar bike.Endamê Civata Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyên Kurdistanê Cotyar Adil ji Rûdawê re ragihand: “Li gorî yasayan em bi beşdarkirina kurdên derveyî welat ya ji bo proseya hilbijartin û giştpirsiyê berpirs in. Lê dibe ji bo pêkanîna referandûmê vê carê hinek pirsgirêkên teknîkî û siyasî derbikevin pêşiya me.”Cotyar Adil amaje bi wan pirsgirêkan kir û got: “Em pêşbînî dikin hinek welatên cîran û welatên din jî rê nedin, ku em sindoqên dengdanê daynin. Lewma em li ser projeyeke dengdana bi elektronîkî kar dikin da ku bikarin bi rêya vê sîstemê, kurdên derveyî welat jî beşdarî referandûmê bikin.”Endamê Komîsyona Pêwendî û Karûbarên Rewenda Kurdî li Parlamentoya Kurdistanê Mihemed Elî jî beşdarkirina kurdên derveyî welat ji bo referandûmê giring dibîne û dibêje: “Heta niha kurdên li derveyî welat beşdarî hilbijartinên Kurdistanê nebûne. Lê pêwîste di vê referandûmê de Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê mekanîzmayeke guncaw ava bike da ku ew jî bikarin beşdarî referandûmê bibin.”Bi nêrîna Mihemed Elî, amareke rast û dirûst derbarê hejmara kurdên derveyî welat dijîn nîne. Lewma dibe ev yek jî li pêşiya giştpirsiyê bibe asteng. Kartên dengdanê Li gorî fermana Serokê Herêma Kurdistanê derxistiye, roja 25ê Îlonê, li seranserê Herêma Kurdistanê û li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, hemwelatî dê ji demjimêr 08.00ê sibê heya 06.00ê êvarê bikarin dengê xwe bikar bînin.Di referandûmê de ev pirs ji hemwelatiyan tê kirin: “Gelo te divê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe?” dengêr dikarin dengê “Erê” yan jî “Na” bikar bînin.Li gorî fermana Serokê Herêma Kurdistanê, divê kartên dengdanê bi 4 zimanan be. Wate bi kurdî, erebî, tirkmenî û siryanî.Pirsgirêkeke din a li pêşiyqa komîsyona hilbijartinê, tomarkirina navê dengdêran e.Berdevkê Komîsyoan Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Şîrwan Zirar ji Rûdawê re got: “Nêzîkî 500 hezar dengdêr zêde bûne. Li gorî pêşbîniyên Komîsyonê 3 milyon û 300 hezar heta 3 milyon û 500 hezar kes dengên xwe bikar bînin.”Komîsyona hilbijartinan bi fermî daxwaz ji Wezareta Tendurustî ya Herêma Kurdistanê kiriye, ku lîsteya navê miriyan ji wan re bişîne da ku navê wan di nav tomara dengdêran de derbixe.Li gorî amarên Wezareta Tendurustiyê, ku gihiştine destê Rûdawê, di 4 salênd erbasbûyî de, 75 hezar û 305 kes li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê mirine. Ji van temenê 33 hezar kesan di navbera yek meh û 5 salî de ye. Rûdaw

Back to top button