Nivîsar

Referandûm Ezmûn e

Şerefxan CizîrîReferandûma Serbixwebûna Kurdistana Başur ji Ereban bêtir Tirkan dixe nava helwestên anti Kurd. Rayedarên dewleta Tirk, medya wana, partiyên siyasî, general û diplomatên xanenîşîn, satûlên sikakan, nejatperestên di maldemayî hemû bi hevre êriş dikin. Gefan li Kurdan dixwûn, Serokê Kurdistanê kak Mesut Barzanî dixwazin bêrumet bikin!Mirov dibêje qey welatê wana hatiyê dagirkirin kuro…Hemûyan dev ji karê xwe berdane û li ser pirsa Referanduma Başurê Kurdistanê qor feleqî “dîtinan” pêşkêş dikin. Di van dîtinan de nirxên demokrasiyê tune ne, mirovantî tune ye, cîrantî tune ye, wekhevî tune ye, mislimantiya wana jibîra wan çûye, biratiya ku wana qal dikirin ketiyê bine behran û diperpite.Ma hema siyaset tene li ser derew û xapandine ava dibe lo?Pirsa Kurdan li Rojhilata Navin bi rastî kîmya rewşenbîr û siyasetmedarên Tirkan xerab dike, Xewa şevan li wan diherimî ne, psıkolojiya wana xerab dike. Xewnên eceb dibinin…Siyaseta Tirkan ku her tiştî layikî hevdu dibinin,  gotinên helî giran ji hevdu re dibêjin, hevdu bi xaintî û sîxurtiyê tawanbar dikin, gava ku tê ser pirsa Kurdan dibin weke şirîk, weke bira, weke xwesû û zavê, weke fekiyê darekê. Ma ev ne helwesteke beloq e? Anti Kurdbûn bûye weke nasnameyek nû ji wana re û hemû helwestên wana yên sîyasî û fikrî dide nixumandin.Helwesta ku wana tîne cem hevdu Anti Kurdbûna wana ye.Xwezî ew helwesta hanê ji Kurdên me re biba mInakek ku li ser kûr biramin!Hilbet ev minaka hanê ne ji bona dijminatiya Tirkan lê ji bona Kurdbûna me wê pêwiste bûna!Ji ber ku em dagirkeriyê qebûl nakin, em wekheviyê diparêzin, em dijminayetiyê nakin, em dostaniya miletan diparêzin, em demokrasiyê û mafê mirovan ji bona hemû kes û netewan dixwazin!Bawer bikin heta deverekê mirov wan Tirkên çelqiyayî dikare fêm dike. Mirov dikare wana fêm bike lê mirov ne mecburê helwesta wana bipejirîne. Helwesta wana ji binî de şaş e. Ev yeka hanê gelekî eşkere ye. Em baş dizanin ku rastiya dagirkerî û mentalita serdestîyê van nirxên wilo derdixine pêş. Ji ber ku siyaset û ideolojiya wana ya fermî li ser inkar û asimilasyona Kurdan ava bûye. İdeolojiya fermî ew wilo dane strandin û wana ji formata xwe wilo girtine. Eşkereye ku Kurd, ji aliyên rayedarên Tirkan de, ji bona dewleta Tirkan, di pêşerojê de weke tahlûkeyeke hatine pêşkêş kirin.Dibin hişmendiya Tirkan de ev rasti cihê xwe wilo girtiye. Tu AKP be, tu CHP be, tu MHP be, tu quzelqert be, tu leşker be, tu polıs be, tu karmendê dewletê be, tu rojnamevan be, akademisyen be qet cudabûn di nava wana de çênabe. Hemû bi hevdu re ji heman kaniyê avê vedixwûn, heman sirûdan dibêjin, heman helwestan miqabilî Kurdan digirin…Lê gava ku Kurd di nava rêxistin û siyaseta Tirkan de dikevin nava heman helwestî, divê mirov ji wan bipirse; ma hûn masî ne an ji çûk in? Hûn Kurd in an hûn Tirk in? Hûn aligirê demokrasiye ne an hûn li gora berjewendiyên xwe tevdigerin? Ma hema hûn nikarin dengê xwe jî li miqabilî wan helwestên ku dijminayetiyê bi Kurdan re dikin, bilind bikin?Ma hûnê hema hertim wilo pepûkî bimînin? Ma hema hûnê hertim xulamê xelkê bin?Bawer bikin raya gişti ya Kurdan hemû helwestên we – baş û xerab – di nava siyaseta xwe de dişopîne. Keda kesî di vî warî de tu caran bertelef naçe. Lê sucên kesî ji qet nayên jibira kirin. Li ser Pira Salatê wê hesab jî her kesi bê pirsin!Bi taybet jî wê Kurd ji Kurdan bipirsin; Wê miletê Kurd bipirse, Ka te ji ji bona welatê xwe çikirîye?Her kes li gora kirinên xwe wê bên darazandin. Gotineke bav û kalên me heye, dibêje; “xenc kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro.”Îca dar û mişar li ber me ye…

Back to top button