
Encûmena Bilind a Referandumê bi awayek fermi bersiva pêşniyarên hinek welatên ku dixwazin referandum paşbêxistin da.Di malpera fermî ya serokatiya Kurdistanê de di vê derbarê de dibêje:Roja yekşem 17.09.2017 li Selahedîn Encûmena Bilinda Referandûmê bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî civiya.Civînê de ew pêşniyar hatin nirxandin ku ji aliyê civaka navdewletî ve pêşkêşî serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê hatine kirin û birêz ve ew hewl hatin nirxadin û spasî wê girîngî pêdana civaka navdewletî kirin ku bi gelê Kurdistanê hatiye dayîn. Li vî warî de ku referandûm tenê amraze ji bo gihîştina bi mafê biryardana çarenivîsa gelê me, civînê van biryaran wergirt:Yekem: Ji ber ku ew pêşniyarên heta niha xistine rû ew mîsogeriyên pêwîst têda tûne ku cihê rizamendî û baweriya gelê me bê, ji bo wê yekê proseya referandûmê berdewam dibê.Dûyem: Li heman demî de, bi navê desteberkirina mafê biryardana çarenivîsa gelê me, bi rûyekî binyadineraneya berpirsane ve berdewamî bi proseya guftûgo û diyalogê li gel hemû aliyên peywendîdarên civaka navdewletî tê dayîn.