Rêbaza Barzaniyê Nemir cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî bi minasebeta salvegera damezirandina PDKê peyamej ragihand. Barzanî di peya xwe dibêje: Şopa rêbaza Barzaniyê Nemir cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye.

Peyama Serok Barzani:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina şanzdehê tebaxê û bîranîna heftih û şeşemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû kadîr û alîgir û cemawerê Partî û hemû xelkê Kurdistanê dikim.

Li bîranîna Şanzdehê Tebaxê da peyama min ji bo cemawer û alîgir û endamên Partî eweye ku Partî(PDK) partiya doz û bihayane û şopa rêbaza Barzaniyê Nemir û cihê hêviya xelkê Kurdistanê ye. Ji bo wê yekê pêwîste hemû kesên partîyî li asta meziniya dîrok û qurbanîdana partiya xwe û xwîna şehîdan bin û divê erkê xwe bi baştirîn awayî encam bidin ku xizmetkirin û bihêzkirina Kurdistanê ye. Daxwaz ji hemû Partiyiyan dikim îrade û hêviya wan bihêz bê ji ber ku Partî îrade û hêvî û hêze ji bo hemû xelkê Kurdistanê.

Mesûd Barzanî
16ê Tebaxa 2022

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: