PolîtîkRojev

PDK hertim xwediyê baweriyeke niştimanî ya aştiyane

Serokê herêma Kurdistanê û cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 76 saliya damezirandina PDKê peyamek aresteyî serok Barzanî,Mekteba Siyasî û hemû organên partiyê kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî:

Bi germî pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî, Mekteba Siyasî, Serkirdayetî, hemû organên Partiya Demokrata Kurdistanê, malbatên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, kadro, endam, alîgir û dilsozên Partiya Demokrata Kurdistanê dikim. .

Bîranîna damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dîrokeke girîng a berxwedana şoreşgerî û sivîl û rêzgirtina ji têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurd e ku di bin rêberî û ala Partiya Demokrata Kurdistanê de ji bo azadî û rizgariyê têkoşiyaye.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di demeke dijwar de bi serpereştiya nemir Barzanî û bi destê komek ji xebatkarên Kurd ku xewn û hêviyên gelê Kurd veguherandin bernameyeke siyasî ya rizgarîxwaz, weke pêwîstiyeke dîrokî hate damezrandin.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hertim xwediyê baweriyeke niştimanî ya aştiyane û demokratîk bûye û ezmûna wê ya dirêj îsbat dike ku pêkvejiyana aştiyane, hevpejirandin û lêborîn prensîbên sereke yên çanda siyasî ne.

Îro ji her demê zêdetir Kurdistan ji bo rûbirûbûna kêşeyan, parastina destkeftên destûrî û çûna ber bi paşerojeke baştir pêwîstî bi yekrêziya partî û pêkhateyên xwe yên siyasî heye. Herwiha divê em bi aliyên siyasî yên Iraqê re jî hevkariyê bikin da ku welat ji xirecira siyasî derkeve.

16ê Tebaxê pîroz be, silav li giyanê şehîdan be.

Nêçîrvan Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

Back to top button