
Demana serkeftina PDKê di hemû warî de, rêbaza Barzaniye. Heta ku PDK li ser vê rêbaza pîroz bi zanebûn rêve herê zû bi zû rasta çewtiyan nayê. Lê her dema PDK vê rêbazê bide aliyekî û tenê wek şîarekî bi karbîne, dê rastî xeletiyan werê.

Dara Bilek
Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê ji berî niha 76 salan ji aliyê serokê netewî Barzaniyê nemir ve hate damezirandin.Bê guman PDKê di serokatiya Barzaniyê nemir de dîroka siyasî ya kar û xebata kurdewariyê ji bo doza azadiya gelên Kurdistanê rêvebir. Barzaniyê nemir kiryar û kar û xebata xwe rêbazek afirand. Her demî PDK rêbaza Barzanî ji xwe re kir peyrevek û siyaseta xwe li gora qonaxên cuda û guhertinên li herêmê û cihanê de pêkdihatin rêvebir.
Di dîroka siyasî ya PDKê û Barzanî bû bingehê dîroka berxwedan û destxitiyên mafên netewî yên miletê Kurd. Di serokatiya Barzaniyê nemir de 11ê Îlona 1961ê de şoreşa azadiyê destpêkir û encama şerek dijwar û xebatek siyasî ya navdewletî sala 1970ê 11ê Adarê peymana otonomiyê di navbera PDKê û BAASê de hate îmzekirin. Ev yek destkeftiyek dîrokî bû ji bo nasandin û serkeftina xebata miletekî.
Mixabin Iraq peymana otonomiyê sala 1974ê de têkbir û cardin Kurd mecbûr man berê xwe dan çiya û li himber dagirkeriya Iraqê dest şer kirin. Lê piştî salekî cîhan hemû li Kurda bû yek û ji bo têkbirina şoreşê, herdu welatên ku cîhan bi rêve dibiran, Sovyet û DYA li hevkirin û her çar dewletên herêmê yên dagirker bûn yek û şoreşa Azadiyê bi komployek navdewletî û herêmî têkbirin.
Lê PDKê di demek kurt de sala 1976ê 26ê Gulanê cardin xwe da serhev û dest şerê çekdarî kir û ev yek heta raperina sala1991ê berdewam bû.
Bê guman dîroka PDK gelek dirêje û cihê nirxandinên zanistî û kûr e. Lê piştî sala 1991ê pêvajoyek nû ji bo PDK û ji bo kurda û Kurdistanê destpêkir. Kurd hêdî bibûn xwedî statuyekî, parlemento ya Kurdistanê hate avakirin di dîroka siyasî ya Kurdistanê de cara yekem sala 1992ê hilbijartin pêkhat û parlementoya Kurdistanê dest xebata xwe kir. Ev pêvajo heta wek îro li gel hinek kêmasiyan û destxistinan jî bi awayekî berdewam e.
Demana serkeftina PDKê di hemû warî de, rêbaza Barzaniye. Heta ku PDK li ser vê rêbaza pîroz bi zanebûn rêve herê zû bi zû rasta çewtiyan nayê. Lê her dema PDK vê rêbazê bide aliyekî û tenê wek şîarekî bi karbîne, dê rastî xeletiyan werê. Di qonaxek taybet de gelek kes di nava PDKê de gelek guh nedan rêbaza Barzanî û ew tujî xeletiyên mezin bûn. Teybetmendiyak a rêbaza Barzanî ewe ku, her demî û di hemû mercekî de berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre bê girtin û di hemû pêwendiyan de bingeh berjewendiyên netewî bin. Mixabin ewên ku rêbaza Barzanî bi karneanîn berjewendiyên xwe dan pêş.Ev yek jî bû sedemek mezin ku xelk gazinda ji PDKê bikin.
Kurtahî dixwazim bêjim ku 76 saliya damezirandina PDKê de, gerek dîroka siyasî ya vê partiyê ji aliyê reveberên Partiyê ve berçavre bê derbas kirin. Gerek rêbaza Barzanî bê têgihandin û li gora wê jî nivşên nû bêne perwedekirin.
Pêwiste ku 76 saliya xwe de PDK, xwe berçavre derbas bike û li gora wê jî gavên nûjen bavêje. Projeya herî pîroz a ku PDK pêşkêşiya wê dike projeya serxwebûna Kurdistanê ye. Bê guman heta ku mirov bigihê vê armancê gerek gelek astengên mezin derbas bike. Lê PDKê di dîroka xwe de gelek tiştên bê imkan destve aniye û îro jî ew hêza PDKê û serok Barzanî heye ku bigihê armanca nihayî ya ku gelek kurd wek xwewnekî dibîne. Hêvî ew ku PDK vê xewna Kurda bike rastiyek.
76 mîn salvegera damezirandina PDKê de kongreya PDKê ya 14mîn tê li darxistin. Hêvî ewe ku PDK di vî kongreyî de reformên pêwîst pêkbîne û pêvajoyên ku qonaxên cuda de derbas kirîn baş bê nirxandin.
Projeya dewletbûna Kurda barek giran dide li ser milê PDKê. Bawerim divê di kongre de bi vê berpirsiyariyê PDK guhertina pêkbîne û hewl bide cardin wek di dema serokê nemir Barzanî de pêkhatî, di derdora baweriya dewletbûna Kurdan de yekitiyek netewî pêkbîne û di vê rêya nîştimanperwerî de gava pêwîst bavêje.
16.8.2022