CivakDosya

Rêbaza Barzanî cihê serbilindiyê û şanaziyê ye

Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasima çilrojiya şehîd Ferîdûn Ciwanroyî de gotarek pêşkêş kir û şehîd Ciwanroyî wek mirovekî têkoşer, xebatker, dilsozekî wefadarê kurdayetiyê, qutabiyê zîrek ê rêbaza Barzaniyê nemir û PDKê, aşiqekî mezin ê kurd û Kurdistanê, Pêşmerge û serkirde, parêzerekî sersextê ax û gel û welatê xwe, çavnetirs, egîd û dost û heval da naskirin.Bi amadebûna Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hejmarek ji endamên polîtburoya PDKê û serkirdatiya PDKê û wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamanter û meriv û heval û dostên şehîd Ferîdûn Ciwanroyî, li Hola Sead Ebdullah a Hewlêrê, merasima çileyê şehîd Ciwanroyî birêve çû.Di wê merasimê de Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de behsa şehîd Ciwanroyî kir û di wesfê wî de wiha got: “Şehîd Ciwanroyî mirovekî têkoşer, xebatker, dilsozekî wefadarê kurdayetiyê, qutabiyê zîrek ê rêbaza Barzaniyê nemir û PDKê, aşiqekî mezin ê kurd û Kurdistanê, Pêşmerge û serkirde, parêzerekî sersextê ax û gel û welatê xwe, çavnetirs, egîd û dost û heval bû.”Barzanî wiha domand: “Vê êvarê em li vir kom bûne da ku bi rêz û hurmet wî serkirde û pêşmergeyê qehreman bi bîr bînin, ew jî li hember rê û pêzanîn û wefadarî û dilsoziya wî di xebata niştimanî de. Em kombûne da ku mirovekî bi bîr bînin ku cihê wî yê berçav di dilê me hemûyan de heye. Em kombûne da ku hevxemiya bo malbata şehîd û mervên wî careke din diyar bikin.”Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Kak Ferîdûn, jibilî ku ji ber xebat û westanbûn û dilsozî û wefadariya xwe, têkoşerekî cuda bû, herwiha ji ber dîroka malbara wî, mirovekî cuda bû û ne wek ti kesî bû. Şehîd Ciwanroyî xwedî pêgeheke civakî û siyasî û dîrokî mezin bû di nava xelkê Kurdistanê de, cihê rêz û xweştivî û şanaziya xelkê Kurdistanê ye, berdewam di rêza pêşî ya xebata kurdayetî û pêşmergatiyê de bû û li ser wê rêbazê mezin bibû, lewma ji roja yekê de di herdu şoreşên Îlon û Gulanê de cih girt û heta roja şehîdbûna xwe, wek aşiq û dilsozekî kurdayetiyê di xebat û têkoşanê de berdewam bû.”Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan wiha domand: “Tişta ku her bo me wek PDKê û rêbaza Barzanî cihê serbilindiyê û şanaziyê ye, ew e ku têkoşerên wek Ciwanroyî, niştimanperwer û welatparêz, guh nadin cihê bajarê xwe û sînorên perçên Kurdistanê nas nakin, bi awayekî ciwamêr, dilsoz û merdane cih di rêza xebat û têkoşînê de dibînin, ku ev yek nihêniya mane û serkeftin û berdewamiya PDKê bûye.”

Back to top button