Polîtîk

Barzanî peyamek ji bo Êzdiyan belavkir

Bi navê xwedayê mezin û dilovanCejna Cemayê xuşk û birayên Êzdî li rêye û agahdariya ewe me ku bi sedema wan zulm û karesatên li salên derbasbûyî ya di derbarê xuşk û birayên me yên Êzdiyan hatiye kirin rêwresma vê cejna pîroz nayê encamdan. Hêvîdarim xweşî û bextewerî û cejin bi zûtirîn demî vegerê mala Êzîdiyan û hemû Kurdistaniyek.Bi pêwîstî dizanim bi vê helkeftê de xuşk û birayên me yên Êzîdî ji wê yekê dilniya bikim ku terorîstan bacekî gelek giran li beranber wan tawanan dane ku dijî Êzîdiyan encam dane û hejmareke zêdeyê wan hatine sizadan. Ewên mane jî û kêmtirîn tawan û bê edebiyan li dijî xuşk û birayên me yên Êzîdiyan encam dabê pişt bi xwedayê mezin û hêz û pazuyên Pêşmerge di dawiyê de her sizayên xwe dibînin.Hûn beşekî gelek azîzê gelê Kurdistanê ne û êş û azarên we êş û azarê hemû take kesekî Kurde. Ji wê yekê dilniyame ku hûn bi serbilindî û serkeftiyane vedigerin ser jiyan û mal û halên xwe û bi gur û tînêkî zêdetir, xizmeta netewe û welat û ola xwe dikin.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê

Back to top button