Rê li ber girtina komkujiyên nû, tenê yekrêziye…

Komkujiya herî girseyî û xûnavî di dîroka Kurdan de, EnfalKomkujiya Enfalê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas ve dijî Kurdan hate pêkanîn.

Hikumeta Herêma Kurdistanê roja 14’ê Nîsanê weke roja Enfalê nas kiriye, Bi gor hin çavkaniyan di 8 qonaxên Enfalê de zêdetirî 182 hezar Kurd di navbera 21 Subat 1988 û 6’ê Îlona 1988 de hatin qetilkirn, Enfala Kurdan ne navê komkujiyek tenê ye, navê rêze-komkujiyan e.

Ji Zaxo heta Hemrînê warên Kurdan hatine wêran kirin û ji holê hatine rakirin. Li Qeladiza Silêmanî, Şiwan û Axçelera Kerkûkê û gelek deverên din piraniya Kurdên li van deveran dijîn têne kuştin, yên dimînin jî direvine Rojhilatê Kurdistan, Îran û Bakûrê Kurdistanê. Gelek jî dîl têne girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.Bi deh hezaran Kurdên Feylî yên herêma Kerkûk, derdora çemê Dîcle dijîn, bûn qûrbana ceribandina çekên kîmyawî.

Di dema Enfalê de bi 10 hezaran Kurd destpêkê li kampan dihatin bicihkirin û piştre wana didan ber guleyan û ew piştre diavêtin gorên komî. Dema bi navê enfalê ev wehşete dihate encam dan, ku Enfal navê ayetekê ye ji Quranê ye, li hemû cîhanê teybeten li welatên Îslamê bêdengiyeke reş û tarî hebû. Piştî hilweşandina rejîma Seddam, sala 2003, bi sedan gorên komî yên Kurd û Şiîyan li Iraq û li Başûrê Kurdistanê hatine dîtin û heta niha jî gelek gorên komî yên ku bi 10 hezaran Kurd têde hatine veşartin nayên zanîn.Me heta niha neşiya pêşiyê li Enfal û gelek komkujiyên din bigirîn. Gelê kurd heta ku mafên xwe yên rewa bi dest neyîne, nebe xwedî dewlet û serweriya xwe, dê her tim di bin tehdîda komkojiyên wek Anfalê de be.

Rê li ber girtina komkujiyên nû, tenê bi yekrêzî, rêz li hev girtin û hemahengiya siyasî di navbera hêzên kurdan de mumkune.

DIAKURD

Nerîna min :