CivakRojev

PAK:Em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg û hevalên wan bigiramî bibîrtînin

Di dîroka Kurdistanê de ji serhîildan û tevgerên neteweyî yên  herî girîng yek jê jî tevgera neteweyî ya 1925ê ye ku bi serokatîya  Şêx Seîd destpêbûye. Wekî tê zanîn amadekarîya vê serhildanê ji aliyê Teşkîlata Azadîyê ve hatibû destpê kirin.

Teşkîlata Azadîyê di sala 1921ê de hatîye damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû û Yusuf Zîya Beg jî yek ji rêveberên Teşkîlata Azadîyê bû.

Lê mixabin berîya ku amadehîya serhildanê temam bibe, Dewleta Tirkîyeyê, ji bo rê li ber vê serîhildanê bigire, di cotmeha 1924an de ewilî Yusuf Ziya Beg girt, paşê jî di 20ê çileya pêşîna 1924an de jî Xalid Begê Cibrî girt. Dewleta Tirkîyeyê herdu rêberên Kurdan şandin Hefsa Bedlîsê.

Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yûsûf Zîya Beg, bi provakasyoneke Dewleta Tirkîyeyê, serîhildan ji dema ku hatibû plan kirin zûtir dest pê bû. Û rêberê neteweyî, olî û civakî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd serokatîya vê serîhildanê kir.

Li gorî biryara Dîwana Herbê ya Bedlîsê ku Dîwaneke Herbê ya ku bi desthilatîyên taybet yên Dewleta Tirkîyeyê ve hatibû wazîfedar kirin, di roja 14ê Nîsana 1925an de, li Bedlîsê Xalid Begê Cibrî û Yusuf Ziya Beg kuştin. Heta nuha jî baş nayê zanîn ka herdu rêberên miletê kurd bi gulebaran kirinê yan bi darve kirinê hatine kuştin.Herdu rêberên gelê Kurdistanê, ji ber amadekarîyên Teşkîlata Azadîyê yên ji bo serîhildaneke neteweyî hatin qetil kirin.Di eynî rojê de bi qerara Dîwana Herbê ya Bedlîsê rêberên miletê Kurd Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî jî hatin darve kirin.

Mixabin heta îro jî cîhê mezelên Xalid Begê Cibrî , Yusuf Ziya Beg Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî jî wek cîhê mezelên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalan wan, cîhê mezelê Seîdê Kurdî.heta îro jî ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve nehatîne eşkere kirin. 

Em bi vê minasebetê careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku cîhê mezelên Şêx Seîd, Seyîd Riza û hevalan wan, cîhê mezelên Seîdê Kurdî, Xalid Begê Cibrî,Yusuf Ziya Beg Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdirrehmanê Şirnexî eşkere bikin.

Em wek PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) xwe berdewamîya rêbaza Teşkîlata Azadîyê, berdewamîya têkoşîna Xalid Beg û Yûsûf Zîya Beg û hevalan wan dibînin û ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad têdikoşin.

Di 96emîn salvegera şehadeta wan de, em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg û Mele Evdırrehman Şirnexî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîrtînin.


14.04.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button