Civak

Rê jê re nedan serdana gorê Newşêrwan Mistefa bike

Tevgera Goran rê ne da Qubad Telabnî (kurê biçûk yê Celal Talebanî) serdana gorê Newşêrwan Mistefa bike.Qubad Talebanî roja yekem ya Cejna Qurbanê, li bajarê Silêmaniyê, serdana gor/qebrê bavê xwe, Celal Talebanî, kir û piştre peywendî bi berpirsên Tevgera Goranê kir ku ew dixwaze serdana gorê Newşêrwan Mistefa jî bike.Lê belê berpirsên Goranê ew daxwaza Talebanî qebûl nekir û ji kursê biçûk yê Celal Talebanî re rê neda  serdana gorê Newşêrwan Mistefa bike.Weke tê zanîn piştî hilbijartinên parlamentoya Îraqê (12.05.2018) têkeliyên navbera YNK û Goranê ketin di qonaxeke gelek aloz û tirsinak de. Goranê di daxuyaniyên xwe yên fermî û yên nefermî de YNK bi saxtekariyek mezin tawanbar kir û li hember vê yekê jî hêzên çekdarên YNKê êrîşî ser baregayê serke yê Goran li Zirgete kir.Êdî aloziyên têkeliyên her du aliyan di warê civakî de jî aloz bûn êdî rê nadin serdana miriyên hev du jî bikin.

Back to top button