Îlhamî Can[email protected]Li ser navê ”rabîa”yê tendensekî nû û pir talûke li Tirkîyê xwe nîşan daye, û her diçe nijatperestîyê, bêpergalîyê, nerêkî û nepêkîyê zêdetir dike. Ji yekalîyê, yan jî ji yekalîtîyê pêştir ji tu tiştekî dinê ra netehemmulîyê anîye holê. Ji hedê xwe zêdetir bi piskolojîya xelqê hatiye leyistin, herkes li ser tetika ye, ji şer û pevçûnê ra hazir û amade ne! Li benda çirîskekî, gotinekî yan jî nihêrtinekî ”ters”(berewajkî) yan jî li ber awirekî ne!Ev civat ber bi ku va diçe? Bi rastî jî, ez jî yek ji wan im ku ji çartilîya û ji dîtina wan kerixîme, bila ku ne rast in, û hew derew in… Çartilîyên ku tên rawekirin di rastiya xwe da hefttilî ne; ew jî; 1; yek-welat 2; yek-millet 3; yek-al 4; yek-dewlet 5; yek-ol 6; yek-netew û 7; yek-ziman e… Bi kurtasî; yekfabrîqayî ye!!! Vegotinên dinê fenî çîroka ”Mîrze Meheme” ye! Dibê ku herkes fenî hev be, û wekî hevdû biramîne, yan na heq û mafê jiyanê jê ra tune ye…Ger di yek-welatekî da deng û sewtên azadîxwezîyê hebe ew welat ne yek-welat e, lê bi darê zor û zordarîyê ye…Ger di yek-milletbûnê da milletên dinê jî deng û awazên azadîxwezîyê derxin, ew milletbûn bi darê zor û zordarîyê ye…Ger di yek-alîtî da reng, sewt û awazên dinê hebin ew al ya herkesî nîne, ala zor û zordarîyê ye…Ger di yek-dewletî da meriv xwe têda nebîne ew dewlet ya herkesî nîne, ya zor û zordarîyê ye…Ger di yek-olî da rûmet û hêjayîyên olên dinê tune bin ew yek-olî ya herkesî nîne, ya zor û zordarîyê ye…Ger di yek-netewî da netewa yek-rengî hebe ew netew ya herkesî nîne, ya zor û zordarîyê ye…Ger di yek-zimanî da înkarkirina ziman û zaravên dinê hebin ew ziman yê zor û zordarîyê ye…Bi kurtasî; riya nijat û olperestîyê, ji red û inkarkirina hebûnên dinê derbas dibe, ku ev jî ”korbûn û kerbûna zanistîyê” tîne.Leyistik, dek û dolab, û darê zorê… Jiyan li ser vana ava bûye. Yan ”tu ji min î yan jî tu dijmin î”… Ev jî bûye bang û felsefeya jiyanê…Yekalî, yekolî, yekmilletî, yekzimanî, yekdewletî, yekwelatî, yeknetewî, yekbîrî, yekramanî û yek-yekî tu cara tune bûye û wê tu cara jî tune be, şîn nebe, lê hew wê bi darê zor û zordarîyê hebe… Loma, ez dê dîsa bibêjim ku çareserî û dermanê her derdî rûmetgirtin e, naskirin e, mafnasîn e, heqdayin e, empatînîşandan e, demoqrasî ye, dîsa demoqrasî ye, û dîsa demoqrasî ye…Jiyan, felsefe û zanîna parvakirinê ye. Ger tu hebî ez jî heme, ger tu tune bî ez jî tune me… ”Em” hem pirreng û pirdeng in, û hem jî piralî ne, ma ne wusa ye!?Bi slavên germ. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: