Cîhan

Ereban Qeter ji nav xwe derxistin

Di serokatiya Siudê Erebistanê de, welatên Erebî têkiliyên xwe li gel Qeterê qut dikinErebistana Siûdi, Bahreyn û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misirê îro Duşemê Qatar bi piştgirîdana terorîzmê sucdar kir û peywendiyên dîplomatîk ligel wî welatî qut kirin.Her çar dewlet ragihand ku ewê karmendên xwe yên dîplomatîk ji Qatarê bikşînin, qadên xwe yên esmanî ji Qatarê bigirin û trafîka ser erdê jî rawistînin.Kompanîyên firînê yên herêmî Saudia, Emirates û Etihad gîş ragihand ku ewê firînên ji Qatarê re rawistînin, di heman demê de ku şîrketa Qatar Airways ji betalkirina hemî firînên ji Siûdî re ragihand.Piştî ragihandina çar dewletan, Yemen jî da zanîn ku wê hemî peywendîyên bi Qatarê qut kiriye.Erebistana Siûdi ku pêşengîya kaolîsyona dijî serhildayên Husî li Yemenê dike, herwiha da zanîn ku hêzên Qatarî ji hevalbendîya wan hatine derxistin.Niha jî ev helwesta welatên erebî li himber Qeterê dikare bibe sedema krizek darayi li herêmê û hinek welatên cîhanê.

Back to top button