Raporek nehînî: Di vê hilbijartinên da YNK tenê 12 kursiyan bidest dixe!

Rapora nehênî ya Mekteba Hilbijartinan a Yekêtiya Niştimaniya Kurdistan(YNK)ê: Di vê hilbijartinên da YNK tenê 12 kursiyan bidest dixe!!
Li gor hin zanyariyên ku bi rêya endamekî serkirdatiya YNKê ketine destê malpera Helwest News, Buroya Rêkxistinê ya YNKê bo sê heftiyan mijûlî lêkolîneke berfireh li ser rewşa partiyê beriya hilbijartinên meha Sibata sala bê bû. rewşa YNKê û rewşa wan a rêxistinî di asteke metirsîdar de ye û eger di vê rewşê de biçin hilbijartinan, dê di hilbijartinan de têk biçin!
Di beşa duyem a raporê de behsa pêşbirka tund a di navbera partiyên Silêmaniyê de tê kirin, di nav wan de tevgera nû ya Lahur Şêx Cengî, Neway Nuwê û lîsteya Elî Hemasalh î, tevî kampanyaya PKKê ji bo kişandina kesayetiyên civakî!
Derbarê sedemên têkçûn û kêmbûna dengên YNKê de, behsa bêserûberiya rêxistin, navend û komîteyan hat kirin û hat gotin ku navend vala ne û kes serdana wan nake û endamên navendê jî bi hêrs in û liberket!
Di beşeke din ya vê raportê de, mûçeyê bi hezaran kadiro, nivîskar û endamên baregehan hatiye birîn û hatiye gotin ku ev yek metirsî li ser hilbijartinan û rewşa partiyê ye!
Di beşa dawî da tê gotin ku zehmete YNK bikaribe tîmeke yekgirtî pêkbîne ku bikare hezaran endamên YNKê yên ku di hilbijartinên berê da bi awayekî xwebexş ji bo hilbijartnan piopaganda dikir, razî bikin.