Nivîsar

Îran û Hamas, bûn sedema qetlîamekê, Filistînî  ji dewletbûnê dûr xistin

Hamasê dema ku di 7ê Cotmehê de êrişî Dewleta Îsraîlê û Yahûdiyan kir, diyar bû ku ev dê bibe êrîşeke xwekûjî û întîxarî. Wê demê Gelo Hamasê çima bi hemû çekdarên xwe êrişî Dewleta Îsraîlê nekir?

Îbrahîm GUÇLU

Hamasê, di 7ê Cotmehê de li hemberî Yahûdiyan û Dewleta îsraîlê di rojeke pîroz de êrîşeke terorîstî ya xurt pêk anî. Gelek Yahûdîyên sivîl û leşker hatin kuştin. Bi Yahûdiyan re gelek hemwelatiyên dewletên din  jî dîl hatin girtin û heta nûha jî di destên Hamasê de esîr û dîl in.

Wek min di gelek nivîsên xwe de  û di bernameyeke telewîzyonê diyar kir ku ew êrîşa Hamasê bi serê xwe li dar nexist, bi alîkariya Dewleta Kolonyalîst, Teokratîk û Faşîst Îranê li dar xist.

Di vê êrîşê de  armanca Îranê gelek zelal û mezin bû. Piştî ku Dewleta Îsraîlê êrîşî Hamasê û Xezzeyê kir, ev armanca Îranê  roj bi roj derket rojeva Rohilatê Navîn û bi taybetî ji rojeva Dewletên Îslamî û Misilmanan. Iranê kaos derxist, dewletên Islamî û hemû Misilman mecbûr kir ku siyaseta wan di ser Hamasê re biparêzin, normalîzebûna dewletên Islamî û Tirk di navbera İsraîlê de provoke bike, wan ji İsraîlê dûr bixwe. Di hemandem de hêzên ji wê re li Rojhilatê Navîn wekîltiyê dikin, realîze û radîkalîze bike. Ew armanca xwe jî gelek bi hêsanî pêk anî. Li Lûbnanê  Hizbûllahêû li Siûîdî Erebîstanê Tusiiyan û Haşdî û gelek rêxistinên terorîst yên girêdayî Îranê dest bi êrîşa îsralê û Emerıkayê kirin.

Dewleta kolonyalîst ya Îranê li Rojhilatê Navîn û li dinyayê hêza xwe ya siyasî û leşkerî xurttir kir. Gelek deweletêm Islamî jî diyar e ku dê jinûve bi Îranê re danûstandinên xwe yên siyasî pêk bînin. Îran bi awayekî ji dorpêçkirina siyasî û aborî dikare xelas bibe.

Dewleta Îranê diyar e ku dê di vê stratejiya xwe serkeftî be.

                                       *****

Hamas jî dibêje ku “ji bona ku Pirsa Filîstînê 15-20 sal in ku ji rojveva dinyayê derketiye, ji bona  ku em pirsa Filîstînê bixin rojevê û dewletbûna Filîstînê çareser bikin, me êrîşî Dewleta îsraîlê kir.”

Gelo ew stratejiya Îran û Hasmasê ji bona Filistîniyan hat çi wate yê? Ew stratejiya Hamasê mimkûn e ku avakirina dewletbûna Filîstîniyan bîne rpjevê?

1-Dema Îran û Hamasê biryar da ku êrişî Dewleta Îsraîlê û Yahûdiyan bikin, divê baş bizaniyan ku Dewleta îsraîlê dewleteke xurt e û xurtbûna xwe di şerê 1967 û 73an de û pişt re jî îspat kiriye. Dîsa dizanîn ku Emerîka û Dewletên Ewrupayê ji Dewleta îsraîlê raste rast re alîkar in.

Dewleta Îsraîlê li hemberî Hasmasê û Xezzeyê dest bi şer û him jî dê dest bi şerekî xurt bike. Di encamê de jî wusa bû. Dewleta Îsraîlê li hemberî Hamasê û Xezeyê dest bi şer kir. Li Xezzeyê qetlîamek pêk hat. Divê Misilman û berpirsiyariya Dewleta Îranê û Hamasê di qetlîamê de berpirsiyar bibînin. Hezar mixabin di vê pirsê de manîpulasyoneke gelek xurt heye. Hemû Dewletên Îslamî û Misilman û Dewleta Tirk li dû derew û manîpulasyonên Dewleta Îranê û Hamasa terorîst diçin.

2-Dîsa tê gotin ku Hamas xwediyê hêzeke mezin ya çekdar e. Ji aliyê teknolojiya eşkerî de bi hêz e û xwediyê 40.000 hezar çekdaran e. Hamasê dema ku di 7ê Cotmehê de êrişî Dewleta Îsraîlê û Yahûdiyan kir, diyar bû ku ev dê bibe êrîşeke xwekûjî û întîxarî. Wê demê Gelo Hamasê çima bi hemû çekdarên xwe êrişî Dewleta Îsraîlê nekir? Heger di derbarê çekdarên wan de agahdarî rast in, wê demê dikarîbûn bi hemû hêza xwe ya leşkerî zirareke mezin bidin Dewleta îsraîlê û bajarên nêzikî Xezzeyê îşgal bikirina. Ev yêka ji bona Dewleta Îsraîlê û dinyayê dibû mijareke siyasî ya girîng. Bi awayekî stratejiya tê qal kirin, wateyeke qezenç dikir. Lê ew nekir. Ew pirseke girîng e. An jî agahdariyên di derbarê Hamasê de ne rast in.

Pirseke din ya girîng: Hamas heger xwediyê hêzeke mezin ya çekdar û leşkerî ye;  33 roj in ku Dewleta Îsraîlê Xezeyê bombaran dike û girseyî zarok, jin, zilam tên kûştin, Hamasê heta nûha çima berxwedanek nekir û pêşiya vê negirt?

 Hamas, 33 roj in ku êrîşên Dewleta îsraîlê temaşa dikin. Gelo ev nayê wê wateyê ku Hamasê ji bona berjewendiya xwe ya terorîstî û grubî; ji bo berjewandiya Dewleta Îranê, gelê Filîstin avête nav agir?

3-Hemû dewletên dinyayê di dewletavakirina Filîstîniyan de xwediye konsensûs û li hevkirinekê ne. Loma jî Filîstinî li Neteweyên Yekgirtî û platformên din yên navneteweyî xwediyê berpirsiyaran e û tên nas kirin. Lê ji bona avakirina dewletê şertên wan ya axeke hevbeş tune ye. Lê dîsa jî wek min gelek caran jî nivîsand, Filîstînî de facto (fiîlên) xwediyê du dewletan e. Ew dewletan, “Dewleta Xezzeyê” û “Dewleta Şerîaya Rojava” ne. Li Herdu beşan jî hikûmet hene. Beşa Şerîaya Rojava li dinyayê rewa tê qebûl kirin û Mehmûd Abbas jî wek serokên hemû Filîstîniyan pêşwazî dibe.

Lê li ser axeke hevbeş dewleta Fiîstîn ava kirin gelek zehmet e. Dewleta îsraîlê jî, ji Filîstîniyan re axeke hevbeş çê nake.

Êrîşa İran û Hamasê Fiîstinî zêdetir ji avakirina dewleteke li ser axa hevbeş dûr xist. Divê ku Filîstînî vî hesabî ji Îranê û ji Hamasê bipirsin.

Ev helwesta Hamasê jî pirseke din tîne rojevê ku gelo Hamas ji bona dewleta Filistîn ava bibe, ava bûye, an jî  ji bona ku pêşiya Dewletbûna Filîstîniyan bigre hatiye ava kirin?

Ev rola Hamasê dişibê rola PKKê li Kurdistanê? Wek tê zanîn PKKê û serokê PKKê Ocalan gelek vekirî aşkere dike ku wan pêşiya Dewleta Kurdistanê girtine.Dîsa ew dibêjin ku “heger PKKê nebûya, Neteweya Kurd bi hêz û rêxistinê xwe dewlet ava dikirin.”

Diyarbekîr, 11. 11. 2023

Back to top button