Rapora Roboskiyê: Rayedarên li herêmê, ji 15 kesan berpirsyarin”

Wezareta Karênavxwe yê Tirkiyê, rapora derbarê komkujiya Roboskiyê ku, ji Komisyona jêr a Meclîsê re şandibû derket holê.

Di rapora Wezareta Karênavxweyî a Tirkiyê de tespîtên balkêş derketin. Rapora ku derbarê komkujiya Roboskiyê de hatiye amadekirin, ji 230 rûpelî pêk tê. Tê îdiakirin ku, di dîmenên Heronan de şemitîn çêbûye û sedema wê jî ne diyar e.

Ji bo kesên ku li ser dîmenên Heronan lêkolîn kiribûn re jî “wê di nav îhmalkariyê de ne” tê gotin. Rapor, balê dikşîne ser bombebarana ewil a li hemberî qaçaxçîyan û dibêje, tê sehkirin ku ew qaçaxçiyên hemwelatîne lê dîsa jî ji meqamên jor re ti agahî nehatiye ragehandin.

Dîsa di raporê de ya herî balkêş û sosret jî ew e ku  dibêjin, ”hatiye fehmkirin ku, rayedarên li herêmê, tenê berpirsyarên 15 kesên ku di bomberanandina dawîn de jiyana xwe wenda kirin e.” 

Komkujiya Roboskiye, 4 meha berê, ji aliyê balafirên şer yên dewleta Tirkiyê ve, 36 hemwelatiyên Kurd û gundî, ku pirraniyên wan heman malbatê û zarok bûn, hatine bombebarandin û di encamê de, 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bûyer hîn nehatiye zelalkirin.  
 

Nerîna min :