Polîtîk

Li Tirkiye destûra nû tê amade kirin

Komisyona amadekirina reşnivîsa destûra nû ya Tirkiye dest karê xwe yê pêvazoya duyem kir.

Di pêvajoya yekem de di derbarê destûra nû de, pirs ji dezgehên sivîl, ji partiyên siyasî û ji xelkê hate kirin. Dîtin û pêşniyar di derbarê destûra nû de hatin kom kirin.

Niha jî di pêvajoya duyem de, wê li gora daxwazî û pêşniyarên hatîn ber destê wan , reşnivîsek tê amade kirin. Li gora daxuyaniya serokê parlementoyê, dê sala 2012-ê reşnivîsa destûra nû bê amadekirin.

Piştî reşnivîs xilas bibe , dê cardin ji bo dîtin û pêşniyarên nå ev reşnivîs bê belav kirin. Herî dawî komisyona destûrê kom dibe û şeklê dawî yê destûrêtê pêktînê. Armanca komisyonê ewe ku destûrê wek pêşniyara hevbeş ya partiyên siyasî di parlementoyê de destûra nû pêşkêşî parlementoyê bikin.

Back to top button